Mamosteyê êrîşa zayendî kir hat girtin 2019-02-19 10:42:50   EDENE - Mêrê bi navê A.T. ku li Sariçamê li dibistanekê mamostatî dikir, ji ber ku zarokên ders dida wan bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştin hat girtin.   Li navçeya Sariçam a Edeneyê li dibistanekê mêrê bi navê A.T. ku mamostatî dikir, zarokên ku ders dida wan bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştin.  A.T. li ser giliyê malbatan hat binçavkirin û piştî îdadeya zarokan a li gel psîkolog A.T. piştî karê wî li emniyetê qediya sewkî edliyeyê hat kirin.    A.T. yê ku berê jî bi êrîşa zayendî hatibû sûcdarkirin piştî derxistin dadgeha nobedar hat girtin û şandin  girtîgehê.