Binpêkirinên mafan ên li Efrînê 2019-02-19 09:29:07   ŞEHBA - Binpêkirina mafan a li Efrînê didome. Kuştin, revandin, dizî, tecawiz, talankirin dewam dike.    Li gorî agahiyên herêmî binpêkirinên mafan ên li Efrînê dewam dike. Kuştin, revandin, dizî, tecawiz, talankirin dewam dike. Berî çend rojan welatiya bi navê Lovîn Xelîl Nûrî ji gundê ya ji Gundê Kefrom a girêdayî navçeya Şeran hat qetilkirin. Dewleta tirk cenazeyê wê nade. Her wiha di 8'ê sibatê de malbatek kurd li Efrînê hatin qetilkirin.   Di heman demê de welatiya bi navê Huda Murad a ji gundê Cilbera girêdayî navçeya Şera a Efrînê, di riya sînorên nêzî Idlibê de, di encama gulebarana leşkerên tirk de jiyana xwe ji dest da. Her wiha Eliya Mustefa ya 24 salî ya ku anî ziman wê di zindana Efrînê de îşkence dîtiye, rewşa wê ne baş e.  Her wiha li gorî daxuyanîya ku Kongreya Star dabû hejmara kesên windayî 7 kes in, hîn jî navê wan ne hatine belgekirin. Li gorî agahiyên gihaştine Kongreya Star jî 15 kes ji ber binpêkirina mafan a li Efrînê derbasî cihên ewle bûne. Xwendekara bi navê Hediya Ehmed jî pere û zêrên wê hatin dizîn û piştre hat qetilkirin.