Merve ya rastî tacîza zayendî hat:Ez mîsyona ‘şermê’ ya li jinê hatiye ferzkirin red dikim 2019-02-19 09:21:56   Habîbe Eren   ENQERE - Merve Demîrel a di bin çavan de rastî tacîza zayendî ya polîsan hat got: “Şerma di encama çalakiya bê haysiyet derketiye holê teqez aydê wî ye. Tu awayî ne aydê min e. Ne aydê jinan e. Em ji kolanan xwe venakşînin. Divê jin mîsyona şermê ya li wan hatiye barkirin red bikin. Ez jî red dikim.”   Endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TAYAD) di 16’ê Sibatê de li Kolana Sakarya ya Enqereyê daxuyanî da û Merve Demîrel ya daxuyanî xwend ji aliyê polîsan ve rastî tacîza zayendî hat. Dîmenên ku di bin çavan de rastî tacîza zayendî ya polîsan hatiye jî saniye bi saniye ketiye ber kareyên wêneyan.   Piştî tacîzê parêzvanê mafê mirovan bertek nîşan dan û TJA’yê jî daxuyanî dabû û daxwaz kiribû polîs demildest ji peywirê bê girtin. Baroya Amedê serlêdana sûc kir. Ji bo Merveyê di serî de saziyên jinan gelek kesî piştgirî da.Merve jî wê derbarê polîsê tacîzkar de îro serlêdana sûc bike.   Merveyê tacîza polîs ji Jinnewsê re vegot. Merveyê diyar kir ku wê rojê li ser navê TAYAD’ê ji bo greva birçîbûnê ya parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel ku girtîbûn, de daxuyanî dane û got: “Di roja 24’ê rojê grevê de me xwest em vê ji gel re ragîhînin. Em ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û pêkanînên li ser jinên girtî û malbatên wan li wir bûn.”   ‘Ez ji kolanan xwe venakşînim’   Merveyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku dema daxuyaniyê de polîsan êrîşê wê kiriye û derbarê tacîzê de jî wiha got: “Li wir polîs tacîza zayendî pêk anî. Di bin çavan de û girtîgehan de tacîz û tecawiz tê jiyîn.Tiştên bêhaysiyet tên jiyîn. Vê tacîzê pêşî li min negirt ku ez dernekevim kolanê. Bêguman naxwazim ev tacîz bê ceza bimîne. Bêguman şerma encama vê çalakiya bê heya aydê wî kesiye. Bi tu awayî ne aydê min e. Ev şerma tacîzkar û tecawizkaran e. Em ê li mafên xwe xwedî derkevin.”   ‘Polîsê Enqereyê qanûnan binpê dikin’   Merveyê diyar kir ku Qanûna Meş û Xwepêşendanan pir vekiri ye û got polîsên Enqereyê bi mudaxalekirinê qanûnan binpê dike. Merveyê bûyerên tacîza zayendî ya li hemberî jinên li Kolana Yukselê çalakiya ‘karê xwe şûnde dixwazim’ pêk dianîn jî bibîr xist û got Acun Karadag û Nazan Bozkurt gelek caran rastî tacîzê hatin û serlêdana sûc kirine. Merve wiha pê de çû: “Dema ev derket holê gelek deng da. Bila jin xwedî li nasnameya xwe derkevin. Bila mîsyona şermê ya li wan hatiye ferzkirin teqez red bikin. Ez jî red dikim.”   Merveyê her wiha daxuyakirin ku divê li dijî tacîz û îşkenceyê cezayên pêwist bên dayin, lê mixabin bêcezabûn dikeve dewrê, bêcezabûn jî rê li ber bêperwabûnê vedike.