Ji bo zaokên li bexçeyê zarokan yê Arî bawername hat belavkirin 2019-02-18 16:36:44   QAMIŞLO - Li Baxçeyê Zarokan yê Weqfa Jina Azad a Rojava îro bawername li 45  zarokan hat belavkirin.    Îro  li Bexçeyê Zarokan yê bi navê Arî ku li taxa Cûdî  a bajarê Qamişloyê ye ku  ji aliya Weqfa Jina Azad a Rojava ve hatiye avakirin di sala 2015’an de ye bawernameyên sala 2018/2019’an li zarokên  temenê wan di nabera 3, 4, 5 salî de ku li vî baxçeyî tên perwerdekirin hatin belavkirin. Bi hazir bûna mamoste, şakirt û rêveberiya Weqfa Jina Azad. Di merasîma dayîna bawernameyan de şagirt, mamoste û endama Rêveberiya Weqfa Jina Azad jî amade bû.    Endama Rêveberiya Weqfa Jina Azad Nadîn Mehmûd axivî û di axaftina xwe de wiha got: "Yek ji rolên herî esasî li ser milê ew e ku em zarokên xwe pêşve bixin û wan perwerde bikin  ku di nava civakê de xwedî roleke erênî bin.  Ev yek ji bi saya keda mamosteyên ku xwe ji bo zarokan diwestînin dibe. Sipasiya herî destpêkê ji bo momsteyên me dikim ku zarokên me fêrî  çand, exlaq û waneyan dikin.”    Nadînê axaftina xwe wiha bi dawî kir “Em gelek kêfxweşin ku zarok ewqas di xwendina xwe de li pêş in, serkeftina van zarokan tê wateya serkeftina civakê. Ji ber ku zarok pêşeroja civakê ne.”    Di dawiya bernameyê de li gel bawernameyan pirtûkên çîrokan jî li zarokan hatin belavkirin.   Bername bi dayîna şêraniyê bi dawî bû.