Fatma Kurtulan rojeva me ya sereke Leyla Guven û greva birçîbûnê ye 2019-02-18 15:55:22   ENQERE - Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kurtulan, li Mêclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û rojevên heyî nirxandin.     Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan, diyar kir ku divê daxwazên çalakgerên grevên birçîbûnê werin qebûlkirin. Fatma diyar kir ku rojeva wan a sereke Leyla Guven û greva birîbûnê ye, bal kişand ser  hilbijartina herêmî û got: “Di 1’ê Nîsanê de dê hêzên demokrastîk û kurd bi ser bikevin. ”   Di axaftina Fatmayê de ev tişt derketin pêş: “Leyla Guven îro 103 roj in, di greva birçîbûnê de ye û roj bi roj çalakgerên din jî tevlî çalakiyê dibin. Li girtîgehan 65 roj in grevên birçîbûnê didomin. Li girtîgehan 301 kes di çalakiyê de ne. Nûnerê me yê li Hewlêrê Nasir Yagiz 90 roj in di çalakiyê de ye. Ev çalakger dixwazin tecrîda giran a li Îmraliyê were rakirin. Ev daxwazeke qanûnî ye. Divê ev daxwaz pêk werin.   Êrîşên li dijî DHP'ê   Di demên dawîn de ji aliyê Wezîrê Karê Navxweyî û Serokkomar êrîşeke mezin li ser partiya me tê kirin. Rêveber û endamên me tên girtin. Êrîşî çalakiyên me yên ji bo Leyla Guven dikin. Me xwest em tevî parlementerên xwe li Amedê li pêşiya mala Leyla Guven çalakiyekê li dar bixin lê çalakiya me hate astengkirin. Di heman demê de partiya me, her dem krîmînalîze dikin. Di 20 rojên dawîn de 180 endamên me yên partiyê hatine destgîrkirin û girtin.   Zarok hatin îşkencekirin   Li Wanê 3 zarokên 14,16 û 17 salî li saziyên fermî êşkence li wan hatiye kirin û serê wan xistine klozetê. Li Enqereyê dema jinek dihat destgîrkirin, ji aliyê polîsan ve hatiye tacîzkirin. Wezîrê Karê Navxweyî ji dêvila ku hesap bide, êrîşî HDP’ê dike. Li Xerabê Bava gelek gundî êşkence li wan hatibû kirin lê piştre doz hate vekirin û lê piştre wezaret mehkûmî dayîna tazmînatê hate kirin.   Hilbijartinên herêmî   Ligel hemû astengiyan wê partiya me li her derên ku qeyûm lê hene, di hilbijartinê de wê bi ser bikeve. Em ê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê, hevsengan bihejînin. Em ê tifaqa AKP û MHP’ê ji holê rakin. Di 1’ê Nîsanê de wê hêzên demokrasiyê û Kurd bi ser bikevin.”rih olacak.”