Malbatên girtiyan: Daxwaza wan daxwaza me ye 2019-02-18 15:16:21   MÊRDÎN - ÎHD'ya  Mêrdînê û malbatên girtiyan, ji bo girtiyên ku ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li avahiya  xwe daxuyanî dan çapameniyê. Malbatan anî ziman ku demildest xwesteka girtiyan bila bi cih bê.   Komeleya Mafên Mirovan(İHD) a Mêrdînê û malbatên girtiyan, ji bo girtiyên ku ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li avahiya  xwe daxuyanî dan çapameniyê. Komîsyona Şopandina Girtîgehan  a Mêrdînê, Şaxa SES’ê, Malbatên girtiyan û Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz tevlî daxûyaniyê bûn. Daxûyanî li ser navê ÎHD’ê Parêzer  Gulîstan Duran xwend.   Gulîstan, anî ziman ku grevên birçîbûnê yên ku hatine destpêkirin bi binpêkirina mafan re rû bi rû ne û wiha got: “Li gor agahiyên di destê me de ji 12’ê Sibata 2019’an vir de nêzî  60 girtîgehan 321 girtyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven jî ji 8’ê Mijdara 2018’an vir de ketiye greva birçîbûnê û greva wê ya birçîbûnê 100 rojî derbas kir. Em wek ÎHD di sê salên dawiyê de lêkolînên ku me kiriye de û li gor raporên di destê me de binpêkirinên mafan ên tên kirin ên 12’ê Îlonê li dû xwe hiştine. Bi taybetî jî piştî di darbeya 15’ê Tirmeha 2016’an ku OHAL hat îlan kirin. Piştî îlankirina OHAL’ê binpêkirina mafan bû awayekî sistematik û bi bahaneya OHAL’ê re  gelek destkeftiyên gel ji holê yek bi yek hatin rakirin. Piştî ku OHAL ji holê rabû jî binpêkirina mafan roj bi roj zêde bû. Tirkiye, di darbeya leşkeri ya di 12’ê Îlonê 1980'yî şûn de binpêkirinên girtîgehan nas kir û mixabin bi vî awayî gelek welatiyan jiyana xwe dest da. Herê dawî di sala 1999’an de greva birçîbûnê ya ku hat destpêkirin de gellek kesî jiyana xwe dest da.”   ‘Divê xwestekên girtiyan bê cih’   Gulîstanê baş kişand ser Girîgeha Îmraliyê jî û wiha got:  “Li gor hiqûqê divê Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lê mixabin destûr nadin ku hevdîtin pêk bê. Abdullah ocalan ji 24’ê Tirmeha 2011’an vir de bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk neaniye. Malbata wî jî di 12’ê Çileya 2019’an vir de hevdîtinê nikare pêk bîne. Divê daxwazên gitiyan bên bicihanîn.”   ‘Em ji aliyê jiyanê ne û mafê jiyanê diparêzin’   Rêvebirê SES’ê Ahmet Ozen jî rapora Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê ya Mêrdînê xwend. Ahmet, diyar kir ku kesên ketina greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger  ev çalakî zirarê dide bedena wan û wiha  axaftina xwe berdewam kir: “Berdewam kirina grevên birçîbûnê  dibe sedema enfeksiyonê, xilaskirina gurcikan û mirinê. Li gor agahiyên ku me ji Serdozgeriya Komarê ya Mêdînê girtin; girtiyên ku ketine greva birçîbûnê hekîm rojê 6 caran ji bo kontrola tendûristiya wan diçin girtîgehê û wan dişopînin. Di 5’ê Çileyê de li Girtîgeha Mêrdînê greva birçîbûnê ya ku hatiye destpê kirin bi awayekî hevbeş ji 10’ê Çileyê vir de ji aliyê parêzerên Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê ve tê şopandin. Di gîrtîgeha Mêrdînê de 9 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. 3 girtî jî di greva birçîbûnê ya dorveger de ne. Girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne pirsgirêkên wekî yên mîdeyê, bîhnçikandi û zikêşê dijîn û serê wan gêj dibe. Em li aliyê jiyanê ne û mafê jiyanê diparêzin. Beriya ku mirin destpê bike bila Wezîrê Dadê daxwaza gitiyan bi cih bîne.”   ‘Wezîrê wezîrê dadê dixwaze çi bike’   Bavê Girtiyê bi navê Şahîn Oncu ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa F’ya Wanê de dimîne û di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de  Ahmet Oncu jî  axaftinekî kir.  Ahmet ev bang kir: “Berxwedana wan berxwedana me ye. Em berê xwe didin berxwedana wan. Daxwaza wan daxwaza me ye. Bila hikûmet gavê bavêje. Mirin dê bibe çareseriya çi? Em vê naxwazin. Em li pişt girtiyên xwe ne. Wezîrê Dadê dixwaze çi bike. Demildest bila daxwaza wan bi cih were.”   'Daxwaza wan hiqûqî ye'   Bavê Girtiyê bi navê Zana Yilmaz ê ku di Girtîgeha Tîpa E’ya Mêrdînê de ye û ji 5’ê Çileyê vir de di greva birçîbûnê de ye  Bedîî Yilmaz jî wiha axivî: “Divê daxwaza girtiyan hemû kes bibihîze. Em heta dawiyê li pişt wan in. Tişta ku dikeve ser milên me çi be em amade ne bikin. Daxwaza wan hiqûqî ye. Demildest bila bê qebûl kirin.”