îHD: Tirkiye êdî nema dewleta hiqûqê ye 2019-02-18 14:50:39   AMED - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê derbarê binpêkirinên mafan de daxuyaniyek da û diyar kir ku azadiya raman û îfadeyê di bin tecrîdê de ye.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê têkildarî astengiyên li pêş meşa wekîlên HDP'ê û tundiya polîsan a li dijî wekîlan li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya  Amedê Abdullah Zeytun, anî ziman ku serdestiya hiqûqê, esasgirtina rêveberiya demokratîk, azadiya raman û îfadeyê mafê meş û xwepêşantanên civakî, nirxên civaka demokratîk ên herî rewa ne û wiha got: "Li Tirkiye îktîdar her ku diçe ji rêgez û armanca dewleta hiqûqa demokratîk dûr dikeve. Her ku diçe daraz dikeve bin baskê siyasetê. Dîsa her ku diçe rêveberiyek otoriter û zordest pêş dikeve. Azadiya ramanê û îfadeyê di bin gefên bê sînor de ye."    'Muameleya kêfî zêde bû'   Abdullah, anî ziman ku azadiya raman û rêxistinbûnê nirxên herî jêveneger ê jiyana demokratîk e û wiha berdewam kir: "Piştî rêgezên di çarçoveya ewlehiyê de hatin derxistin, pêkanînên keyfî û li dijî hiqûqê pir zêde bûn. Em wekî parazvanên mafên mirovan û saziya mafên mirovan weki sazî, dezgeh, rêxistin û komeleyên ku di oxira mafên mirovan û demokrasiyê de bedelan dide, ji bo parastina mafên mirovan û demokrasiyê û ji bo rê li pêş van polîtîkayên li pêş demokrasiyê û azadiyamafan emê tekoşîna xwe berdewam bikin. Lê li aliyê din îktîdara siyasî ku azadiya mafên bingehîn tune dihesibîne û guhê xwe ji bangên aştî demokrasî û çareseriyê re digire û dijberî vê yekê polîtikayên nijadperest militarist û zayendîperest pêş dixe, di şaşiyan de israr dike."     'Tecrîd pêkanînek dijhiqûqî ye'   Abdullah, bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û wiha lê zêde kir: "Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û zêdeyî 300 girtiyên siyasî li dijî tecrîda Îmraliyê bedena xwe ji mirinê re razandine. Daxwaza wan ew e ku pêkanîn û tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê bi dawî bibe ye. Her ku diçe hêjmara girtiyên dikevin grevê zêde dibe. Em wekî parazvanên mafên mirovan her dem dibêjin; qanûnên ku maf didin Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li ÎMraliyê nayên naskirin û li ber çavan nayên girtin. Ev bi xwe binpêkirina mafan û hiqûqê ye. Divê demek berî demekê dawî li van pêkanînên dijqanûnî û keyfî bînin û tecrîdê bi dawî bikin. Ji bo aştiya civakî ji nû ve pêş bikeve, divê pêvajoya çareseriya demokratîk ji nuve bê destpêkirin. Girtî ji bo piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê bedena xwe dane ber mirinê."   Abdullah bal kişand ser meşa parlamenterên HDP'ê jî û wiha got: " Ji bo ev daxwaza girtiyan pêk bê, parlamenterên HDP’ê ji bajarên derdorê ber bi Amedê û Mala Leyla Guven ve meş amade kirin. Lê ev meşa wekîlan û daxuyaniya wan ji aliyê polîsan ve hat rawestandin û destûr nedan ku bimeşin û daxuyanî bidin. Ev yek li dijî xala 34'an a Makezagona Bingehîn e. Li gorî  Qanûna Bingehîn a 34'an 'Her kes bêyî berê destûr bistîne bêyî çek û êrîş dikarin kom bibin û daxuyanî bidin. Dikarin meş û xwepêşandanan pêk bînin.' Lê bi vê astengiyê mafê meş û xwepêşandanê hatiye astenkirin. Li gorî xala 3/1'an a Qanûna Meş, Xwepeşandan û Civînan a Hêjmar 2911'an û  xala 11'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (PMME), dîsa li gorî xala 25 û 26'an a Qanûna bingehîn vî mafî dide.    Lê Amîrê mulkî yê bajar li dijî zagon û hiqûqê li gorî xwe meşa wekîlan asteng kiriye û li dijî wekîlan tundî pêk anîye. Ev nêzîkatiya li diji wekîlan muameleya xerab û sûc e. Wekîlên ku ji bo mafê xwe yê zagonî bînin ziman û li gorî pîvanên zagonê xwestin bimeşin hatin astengkirin. Polîsan bi awayekî keyfi muameleya xerab li dijî wan pêk anîye. Em wekî parazvanên mafên mirovan li dijî vê pêkanîna li dijî hiqûqê û keyfî, diyar dikin ku li dijî peymanên navneteweyî ku Tirkiye îmze kiriye ye. Em diyar dikin ku dozger divê der barê van polîsan û peywirdaran de lêpirsînê bidin destpêkirin. Dîsa li gorî daneyên Wezîrên Karên Hundir beriya 15'e Sibatê 735 kes hatine binçav kirin. Erka xwe bi keyfî pêk tînin. Em wekî parazvanên mafên mirovan van pêkanînên li dijî zagonan û keyfî qebûl nakin."