Berxwedana Leyla Guven di roja 103'emîn de ye 2019-02-18 12:34:49   AMED - Leyla Guven a ku çalakiya wê di roja 102'emîn de berdewam dike, rewşa tendirstiya wê jî roj bi roj xirabtir dibe.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 102'emîn de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike.   Mudaxeleya tibî qebûl nake   Leyla ya ku ji ber demek dirêj di greva birçîbûnê de ye pirsgirêkên wê yên tendirûstiyiyê zêde bûn di 13'ê sibatê de ji ber vereşandin, êşa sînêgê û zahmetiya bîhn stendinê  rakiribûn nexweşxaneyê. Leyla ku ji ber demekê ji ser hişê xwe çûbû rakirin nexweşxaneyê, dema ku hat ser hişê xwe mudaxeleya tibî red kir. Ji ber ku leyla mudaxele red kir ew anîn malê.   Piştevaniya bi leyla re berdewam dike     Leyla ji roja 8'ê Mijdara 2018'an ku dest bi çalakiyê kiriye ji wê rojê û virde piştevaniya bi çalakiya wê re jî berdewam dike û ji gelek deverên cîhanê , ronakbîr, nivîskar, siyasetmedar û akademîsyên jê re peyamên piştevaniyê dişînin.    Di çarçoveya çalakiyên HDP'ê  di roja 100'emîn a çalakiya Leyla Guven ku rastî 15'ê Sibatê hat  li 15 bajarn meş hatin lidarxistin.  Meşa ku li Colemêrg, Wan, Qers, Idîr, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Çewlik, Dîlok û li Rihayê ji 7 hêlan ve hat kirin  bi daxuyaniya li ber mala Leyla Guven a li Baglara Amedê ku saet di 12'an de hat dayîn bi dawî bûbû.    Çalakiya  greva birçîbûnê berdewam dikin   Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemmîn ku li girtîgehê bi heman armancê hat destpêkirin di roja 63'an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP'ê yê Hwlêrê Nasir Yagiz di roja 90'an de, ya 14 çalakgerên lI Strasbourgê ya Fransayê di roja 64'an de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 64'yan de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 30'emîn de, ya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel  û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 35'an de berdewam dike.   Li girtîgehan her roj komên nû beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorneveger dibin. Tê zanîn ku heta niha 291 kes di greva birçîbûnê de ne. Her wiha çalakiyên greva birçîbûnê ya dorveger didome.