Kesên li Edeneyê hatin binçavkirin hatin berdan 2019-02-18 10:06:10   EDENE - Li Edeneyê 24 kesên di encama serdegitina malan de hatin binçavkirin bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.    Li Edeneyê di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê de hat destpêkirin di 14'ê Sibatê de 24 kesên ku di nav wan de zarok jî hebûn di encama serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Duh 13 kesên ku sewkî edliyeyê hatin kirin bi şertê kontrola edlê serbest hatin berdan. 11 kesên mayî ku ji ber parvekirinên li ser medya civakî sewkî Dadgeriya Sulh Cezayê hatin kirin jî piştî karê wan qediya bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Herwiha hat diyarkirin ku duh 2 kesên li Edeneyê hatin binçavkirin jî karê wan li Muduriyeta Emniyetê berdewam dike.