‘Divê em tovên dijminahiyê nereşînin’ 2019-02-18 09:10:36   ÎDİR - Li Tirkiyeyê bajarê ku herî bala mirovan dikşînê bêgûman Îdir e. Bi salane li Îdirê ji her nasnameyê gel bi hev re dijîn. Dayika bi navê Bihar a ku 90 sali ye behsa yekitiya gelan kir û got ku pirsgirîkên rojhilatanavîn bi yêkitiya gelan dê bi dawî bibin.    Li Tirkiyeyê bajarê Îdirê sînorê 3 welatan e. Li bajêr ji her nasnameyeke gel tê de dijin. Bi vê taybetmendiya xwe Îdir bala her kesî dikşîne. Bi salane ecem, kurd, tirk,  ermeni û terekeme bi hevre jiyaneke hevpar rêve dibin. Dayika 90 salî ya bi navê Bahar Haşîmoglu bi salane bi van gelan re dijî. Baharê diyar kir ku hevrebûna gelan xwedî wate ye û mezin e û got ku Îdir li Tirkiyeyê welatekî biçûk e.    ‘Em li vir bi hev re çandinê dikin’   Biharê di berdawamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku şerê ku li Rojhilata navîn heyî dê bi yêkitî, tifaqa gelan bi dawî bibe û wiha axivî;” Îdir li Mezrabotan de xwedî çand û dîrokeke kevnare ye. Ez li Îdirê ji dayik bûm û ez niha 90 salî me. Li Îdirê bi salane ji her nasnameyekê gel bi hevre dijîn. Li vir gel bi hev re çandinê dikin. Ev jî tiştekî bi wate û girîng e. Ger ku giringiyê bidin Îdirê wê bê dîtin ku, bajarekî pir dewlemend e. Îdir di heman demê de sînorê 3 welatan e. Gelên ku li Rojhilata navîn dijîn û yên herî zêde xwedî dîrokek kevnar e li Îdirê dijin. Jiyan têra me hemûyan dike, em dikarin bi hev re bijîn. Ez hatime vê salê xwe heta niha ez bi van mirovan re heman qadê û heman hewayê dikşînim. Em ne dijminên hev in, em kirîn dijminên hev. Gelên Rojhilata navîn hemû heman tiştî dixwazin. Ango aşitiyê. Tenê yekitî û tifaqa gelan dikare bi zilmê û aloziyê bide sekinandin. “    ‘Divê em tovên dijminahiyê nereşînin’   Biharê da zanîn ku pirsgirîkên gelan yên li dijî hev tune ne û got ku ew bi salane li dijî parçekirina vê yêkitiyê têdikoşe û wiha dom kir;” Gelên ku li Îdirê dijin, pirsgirîkên wan yên bi hevre tune ne. Ji berê de heta niha em bi ecem re cîraniyê, bi tirk re heman sifreyê de rûdinin, bi ermeniyan re heman axê dijîn û ji Terekeme re heman qadê de wekhev in. Divê bihevrebûn, bê watekir in. Jiyanek nû bi yekitiya gelan pêkane ye. Îdir bajarê aşitiya gelan e. Divê em tovên dijminahiyê nereşînin. Ev zilm dê bi yêkitiya me bi dawî bibe.”    ‘Bawerî aşitiyê bînin û dev jê bernedin’   Biharê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku aşitiya gelan pêkane ye û wiha bi dawî kir;” Ez hatime vî temenê xwe heta niha ez li vir di bin aşitiyê de jiyame. Divê ev bi Îdirê sînordar nebe. Divê ev yêkitî û wekheviya li hemû deverên cîhanê û Tirkiyeyê belav bibe. Pira yekitiyê divê em ava bikin. Di vî temenê min de tenê daxwaziyek min heye, ew jî aşitî ye. Ez ê heta dawiya emrê xwe li dijî parçekirina yekitiyê bisekinim û tebikoşim.  Bawerî aşitiyê bînin û dev jê bernedin.”