'Jineolojî lêgerîna heqîqetê ye' 2019-02-17 16:34:05   HESEKÊ - Komîteya Jineolojiyê li Hesekê semînerek, li dar xist.   Îro Komîteya Jineolojî li Saziya Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Temir a Kantona Hesekê, semînerek bi beşdarbûna dehan jinî, li dar xist.  Endama Komîteya Jineolojî Şêrîn Îsmayil axivî û wiha got:" Zanista jin ango Jineolojî rastiya jin û civakê a ku sîstema desthilatdar berovajî  kiribû, radixe ber çavan. Da ku jin xwe nas bike û hebûna xwe îfade bike pêwîstiya wê bi jinolojî heye."   Şêrînê di dewama axaftina xwe de ev yek anî ziman:"Jineolojî ne jin tenê civakê bi tevahî di hundirê xwe de dihewîne, pêwîst e ku jin û mêr bi hev re perwerdeya jinelojî bibînin. Her çiqas mirov rastiya xwe binase dê bizanibe ku desthilatdaran ji bo berjewendiyên xwe biparêzin, civak taybet jin xistine çi rewşê de."   Paşê Şêrînê bersiva pirsên jinan da.