Kongreya Star hemleya komkirina îmzeyê ya ji bo vegera Efrînê dest pê kir 2019-02-17 14:34:40   Tolîn Mihemed   ŞEHBA - Kongreya Star bi alîkariya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û Tevgera ciwanên şoreşger ya Sûriyê bi hemleyek komkirina îmzeya gelê Efrînê yê ku li Şehbayê bi cih bûne, ket nava tevgerê. Ji bo vegera Efrînê, ev hemle li Navçeyên kantona Şehba bi giştî tê destpêkirin.   Di çarçoveya çalakîyên ji bo vegera Efrînê, Rêxstina Kongreya Star bi alîkariya KPC'ê demokratîk, Tevgera Ciwanên Sûriyayê, hemleyek komkirina Îmzeyan a vegera Efrînê dest pê kir.    Mamoste Meryem  Xan Mihemed wiha dibêje:" Em weke KPC'ê bi alîkariya Kongre Star û ciwanên şoreşger me dest bi hemleya îmzekirinê kiriye ji bo vegera Efrînê. Ev hemle li Navçeyên Şehba bi giştî tê kirin ji ber xwesteka gelê Efrînê ku vegerin li cih û warên xwe ev îmzekirina ji dewletên navnetewî re were şandin. Ji bo xwestekê gel werin naskirin, ku dixwazin vegerin welatê xwe."    Her wiha Endama Kongreya Star Erîhe Arêf Henan jî got:" Em bi mamosteyên KPC'ê re derketine li nav milet ji bo komkirina îmzeya gel û ji dewletên navnetewî re were şandin, gel pir bi hêviye ku roja vegera Efrînê bibînin."   Jina bi navê Fîdan Mihemed Hesen jî  got:" Em weke jinên Efrînê bû salek li Şehbayê dijîn, lê êdî bese dûrbûna me ji Efrînê. Em niha bi deh hezaran îmze dikin bi hêviyek pir mezin ji bo vegera Efrînê. Bila dewleta Tirkiyayê ne fikire wê di Efrînê de bimîne, em vegerin axa xwe bi têkoşîna jinan."   Ji aliyek din ve jina bi navê Remziyê Kirad diyar kir ku daxwaza wan tenê vegera Efîrnê ye, û got:" Em ê vegerin axa xwe, ji bo wê em ê canê xwe feda bikin."