Berxwedana Leyla Guven di roja 102'emîn de ye 2019-02-17 10:03:46   AMED - Leyla Guven a ku çalakiya wê di roja 102'emîn de berdewam dike, rewşa tendirstiya wê jî roj bi roj xirabtir dibe.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 102'emîn de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike.   Tendirustiya Leylayê têk diçe   Leyla ya ku ji ber çalakiya ev demek dirêj e berdewam dike pirsgirêkên cidî yên tendirustiyê dijî, êdî nema dikare vexwarinê jî vexwe, pirsgirêkên mîdeyê dijî û li dijî bîhnê û ronahiyê jî hesastir bûye. Herwiha hat ragihandin ku bi leylayê re helîna pasurkan ya ku peyda bibû jî lezgîntir bûye, Leyla nema dikare rûnê û dirêjkirî dimîne.    Leyla ji roja 8'ê Mijdara 2018'an ku dest bi çalakiyê kiriye ji wê rojê û virde piştevaniya bi çalakiya wê re jî berdewam dike û ji gelek deverên cîhanê , ronakbîr, nivîskar, siyasetmedar û akademîsyên jê re peyamên piştevaniyê dişînin.    Di roja 100'emîn de biryara çalakiyan hatibû dayin   Di çarçoveya çalakiyên HDP'ê  di roja 100'emîn a çalakiya Leyla Guven ku rastî 15'ê Sibatê hat  li 15 bajarn meş hatin lidarxistin.  Meşa ku li Colemêrg, Wan, Qers, Idîr, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Çewlik, Dîlok û li Rihayê ji 7 hêlan ve hat kirin  bi daxuyaniya li ber mala Leyla Guven a li Baglara Amedê ku saet di 12'an de hat dayîn bi dawî bûbû.    Çalakiya  greva birçîbûnê berdewam dikin   Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemmîn ku bi heman armancê hat destpêkirin di roja 62'an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP'ê yê Hwlêrê Nasir Yagiz di roja 89'an de, ya 14 çalakgerên lI Strasbourgê ya Fransayê di roja 63'an de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 63'yan de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 29'emîn de, ya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel  û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 34'an de berdewam dike.   Li girtîgehan her roj komên nû beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorneveger dibin. Tê zanîn ku heta niha 291 kes di greva birçîbûnê de ne. Her wiha çalakiyên greva birçîbûnê ya dorveger didome.