ROJEVA 17'Ê SIBATA 2019'AN 2019-02-17 09:00:00   *Hevseroka Kampa Holê Macida Emîn diyar kir ku hejmara koçberên Kampa Holê her ku diçe zêde dibe û banga alîkariya dermanan ji bo tenduristiya koçberan kir. DÎMEN HEYE   *Dengê jina azad ku rihê têkoşîna 14'ê Tîrmehê di zindanên faşîzmê de zindî kir li cîhanê tevahî deng vedan, jinên Kurd di dîrokê de hember zihniyeta desthilatdar û faşîzmê serî tu carî netewandin, tekane riya berxwedan û têkoşînê hilbijartin. Clara Zetkîn, her sê xwişkên Mîrabel, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, heman demê Sêvê Demir, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku têkoşînek mezin li dar xistine. Di lêvegera dîrokê de em bûyerên ku qewimîne bi rengekî rast bixwînin em ê teqez bikin ku her tim zihniyeta baviksalar xwestiye hêz, îradeya jinan a hember faşîzmê têk bibin. Lê jin tu carî teslîm nebû. Leyla Guven jî mîrateya jinên têkoşer e.  JI PÊNÛSA JINAN   *Li Şaredariya Erdîşê bi hevşaredariyê re jin tevlî rêveberî, aborî û jiyana civakî bûn lê piştî qeyûm hemû qad hatin girtin. Gul Deren Varli diyar kir ku gel ji qeyûm ne kêfxweş e û got wê di 31’ê Adarê de hemû mafên hatine xespkirin şûnde bigirin. DÎMEN HEYE   *Zêdebûna bihayên şîr û berhemên şîr ji rojevê nakeve û di sê mehên dawî de bihayên penîr û rûnê pez û çêlekan gelek biha bû. Herî zêde ji van berheman jî ji sedî 100 zema ji bo mirişkê hatiye kirin.DÎMEN HEYE   *Endamên erktolîa li dijî gotinên zayendperest, bang li civakê kirin ku bikevin nava tevgerê û wiha gotin: “Li dijî zayendperest û heterosekîzmê bikevin nava tevgerê, ji ber ku ger hûn tune bin em kesek kêm in.”   *Hamza Arzuman ê li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê girtiye, ji 27’ê çile de ye di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Bedriye Arzuman diyar kir ku ji 5 hefte ye kurê wê li wan negeryaye û got ew ji jiyana kurê xwe bi fikar in. DÎMEN HEYE   *Li gundê Pirliyê yê navçeya Qulpê  dayika 78 salî Latîfe Taban, bi tena serê xwe çanda hezar salan li ser pişta teşiyê dirêse û derbasî pêşerojê dike. DÎMEN HEYE