ROJEVA 16'Ê SIBATA 2019'AN 2019-02-16 09:00:00   * Li Tirkiyeyê aloziya aborî her roj zêde dibe. Ji aloziya aborî her qadên civakî neyînî bandor dibin. Li bazara Rusê  rewşa esnafan hatiye asta herî xerab û di salekî de di bazarê de bi dehan esnafan ji neçariya xwe kargehên xwe girtin. DÎMEN HEYE   *Dayika bi navê Fatîma Sîdo ku bi salan e destarê bi kar tîne diyar kir ku destar bi keda jinê hatiye parastin û wiha got:" Bikaranîna destar em  çand û dîroka xwe zindî dikin. Jinên Kurd çanda dîrokî zindî dikin."DÎMEN HEYE   *Namzeta hevşaredariya Baglar a Amedê Zubeyde Zumrut ku ji sala 1987’an heta niha hem di siyaset hem jî di xebatên jinan de cih girtiye wiha got: “Ev pêvajoyeke ji nû ve avakirinê ye. Em ê destkeftiyên xwe yên ji holê hatine rakirin û tunekirin ji nû ve ava bikin. Tevî hemû rejîmên zextê me bidest xist û em ê dîsa bidest bixin.”DÎMEN HEYE   *Jinên Wanê bertek nîşanî bêdengiya civakê ya li hemberî çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku li dijî tecrîdê daye destpêkirin û di roja 101’ê de didome, da û gotin: “Beriya her tiştî tecrîd dijhiqûqî ye. Li dijî vê bêdeng mayîn bêwijdaniya herî mezin e. Êdî bes e. Hîna ku tiştek bi kesekî nehatiye divê em dakevin kolanan.”DÎMEN HEYE   *Germava Budakli ya 7 kîlometreyî ji Norşîn a Bedlîsê dûr e, bi ava xwe germ a 30 dereceyî, ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin tê. Germava ku mehên zivistanê sewalan tînin ser, eleqeya wênekêşvanan jî dikşîne.DÎMEN HEYE   *Welatiyên Stenbolê ku dixwazin pirsgirêkên wan ên trafîk, tenduristî û perwerdeyê bên rojevê balkişandin ser texrîbata şaredarên mêr yên heta îro û gotin: “Em şaredara jin dixwazin. Heta îro mêran bi rêvebir, lê ka çi bû? Jinek malê çawa bi rêve dibe, wê bajar jî pir baş bi rê ve bibe? DÎMEN HEYE