Li Şehbayê meşa girsayî ji bo şermezarkirina 15 Şibatê hat li dar xistin 2019-02-15 19:17:49   ŞEHBA - bi deh hezaran gelê Efrînê di bin diruşmeya"Bi rihê berxwedana gelan em ê komploya navnetewî ya salvegera 21 mîn têk bibin û azad bi Rêber Apo re jiyan bikin" meşek ji bo şermezarkirina 15 Şibatê li Navçeya Ehdas ya Şehbayê li dar xistin.   Meş ji Navçeya Ehdas heya qada gundê Maretê ya girêdayî Şehbayê berdewam kir, di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan û Leyla Guven her wiha pankertên bi nivîsa"Bi rihê jina azad em ê pergala Îmraliyê hilweşînin"Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye"Em ê tecrîd û faşizmê têk bibin,netewa demokratîk misogar bikin"hatin hilgirtin.   Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin li ser navê hevseroka fêdraliyê bakur û rojhilata Sûriyê Hediye Yosêf, li ser navê koordinisiyona kongre star ya Efrînê Hêvî Silêmen, li ser navê hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefe Hisên, bi navê endama Tevgera Ciwnên Şoreşger ya Sûriyê Xemgîn Xelîl, di axaftinê de wiha hat gotin:"Weke gelê Efrînê vê komploya navnetewî şermezardikin û di şexsa Rêber Apo de ev komplo li ser gelê kurd bi tevahî bi destê dewletên navnetewî hat meşandin, lê emê bi rihê berxwedaniya xwe vê kamployê ya sala 21 mîn bişkînin û bi Serok Apo re azad bijîn ji ber azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelan e em soz didin şehîdên xwe ya ku canên xwe fedayî gelê xwe kirin em ê Serok Apo ji pergala Îmraliyê azad bikin."   Meş bi diruşmeya"bijî Serok Apo,bê Serok jiyan nabe,bijî berxwedaniya zîndana" bi dawî bû.