Komploya 15'ê Sibatê li Hesekê bi meşek girseyî hate şermezar kirin 2019-02-15 17:37:54   HESEKÊ - Îro bi hezaran gelê bajarê Hesekê bi meşeke girseyî Komploya ser Rêberê PKK’ê Abdula Ocalan şermezar kirin û gotin “rêber Apo îradeya bi milyonan e .”   Di 15’ sibata 1999’an de Rêberê PKK’ê Abdulah Ocelan bi komployek navnetewî dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin , Bı nêzîkbûna salvegera 20’emîn a komploya navnetewî ku di encamê de Rêberê PKk’ê Abdulah ocelan dîl hate girtin,îro gelê Bajarê Hesekê bi hemû netewên xwe Taxa Bakûr ,Başûr ,Rojava ,Rojhilat ,Hol,Şedadê  û Erîşa bi meşek girseyî komploya 15’sibatê şermezar kirin .   Di meşê de nûnerên sazî û rêveberiyên xweseriya Demokratîk û Eşîrên Erebî amade bûn. Meşvanan al û pankartên ser nivîsiye” bi rihê berxwedana zindanan emê bi serbikevin” ,”Bijî Rêber Apo " ,her wiha wêneyên Perlementera HDP’ê Leyla Guven , û wêneyên rêberê PKK’ê Abdulah Ocelan hatibû blindkirin.   Meş ji gundê Sifeya Despêkir û li Gundê Dawidiyê veguherî mitîng . Paşî Hevserokê Kantona Hesekê Ebid -Elxenî Oso axivî û tekez kir ku yekîtiya Gelan ku li ser bingeha Netewa Demokratîk hate avakirin bersiva komploya 1999’an e û  dê rêber Apo azad bibe .”   Meş bi dirûşmeya “bê serok jiyan nabe “bi dawî bû .