'Abdullah Ocalan pêşî li jinê vekir' 2019-02-15 17:26:28   KOBANÊ - Jinên ku beşdarî meşa ji bo şermezarkirina komploya li ser Rêberê PKK Abdulah Ocalan bûn gotin: "Azadî ji bo Ocalan."    Jinên ku beşdarî meşa ji bo şermezarkirina komploya li ser Rêberê PKK Abdulah Ocalan bûn gotin: "'Abdullah Ocalan pêşî li jinê vekir. Divê ew azad bibe."    Bi vê boneyê bi hezaran jinên Ereb, kurd, Turkmen û ermen di vê rojê roja 15`ê Sibatê beşdarî meşê bûn û bi siloganê "bê serok jiyan nabe" meşiyan   Suad Şêx got:" Heta serokê me azad nebe em nasekinin. Azadiya serokê me azadiya me ye."   `Azadiya rêber apo azadiya hemû bindestan e`    Leyla Ehmed wiha got:"Êdî bese ji zilmê re. Em dixwazin serokê me ji zîndanê derkeve. Tevî ku serok Apo niha di zîndanê de ye, fikira wî bi me re ye. Dijminê me tu carî nabe dostê me ew wî dijminî nelet û şermezar dikin."   `Dê roja reş ronî bibe`   Cîham Hesen a bajarê Reqayê wiha got: "Roja girtina serokê me Abdulah Ocalan rojeke reş e. Em ê ji bo azadiya wî her di nava tekoşîn û berxwedanê de bin."   Rewşan Haçim jî wiha got: "Di ser î de ez 15`ê sibatê şermezar dikim. Girtina Rêber Apo bi hezaran gel tevlî pirojeya kurdîtiyê bû. Nê wateya ku gelê kurd tune bû. Niha jî ew komploya 15ê sibatê carek din li Minbic û herêma firatê dûbere dibe. Lê em wek gelê bakurê sûriyê her em xwedî li rêberê xwe derkevin û em ê pirojeya xwe biser bixin."