Gelê Girkêlegê 15'ê Sibatê şermezar kir 2019-02-15 17:22:14   GIRKÊLEGÊ - Bi boneye 20 ‘emîn  komploya navnetewî ya ku li ser Rêberê  PKK’ê Abdulah Ocalan  hat meşandin bi dirûşma "Bi rihê berxweda têkoşeran em ê komployê têk bibin û bi rêber Apo re azad bijîn"gelên Girkêlegê herikîn qadan û meş li darxistin.   Gelên navçeya Girkêlegê bi armanca şermezarkirina 20’emîn komploya navnetewî ya ku li ser Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan hat meşandin bi hezaran gel daketin qadan û nerazîbûnên xwe nîşan dan û komploy şermezar kirin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Meş ji qada Ş. Xebat dest pê kir û li nava bazarê hat rawestandin.   Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin hatin kirin. Li ser navê Meclisa Navçeya Girkêlegê Hevserokê Meclisa Navçeyê Muhemed Cemîl ve axaftin hatin kirin û  got:"Armanca girtina rêbertî ku pirojeya netewa demokratîk li rojhilata navîn were hilweşandin, lê gelê me bi felsefe û fikrên Rêbertî têkoşîna xwe mezintir kirin  û rûmeta xwe parastin û şoreşa xwe geş kirin. Komplo ne di şexsê rêbertî de hat meşandin, komplo projeya  netewa demokratîk hedef girt banga me ji bo tevahî gelê me ew e ku li qada bin û jiyana Rêber Apo biparêzin.”   Meş bi dirûşma "Bijî serok Apo "hat bidawîkirin.