Meşa parlamenteran bi dawî bû: Divê em her derê bikin qada têkoşînê 2019-02-15 15:55:17   AMED - Parlamenterên HDP'ê tevî hemû astengiyan di roja 100'emîn de ji 15 bajarên herêmê meşiyan Amedê û xwe gihandin mala Leyla Guven. Di koma wekilên ku xwe gihandin ber mala Guven de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk daxuyanî da got: "Îro ji bo ku em tecridê bişkîn divê em hemû qadên jiyanê veguherînin qadên têkoşînê û bi awayekî xurt xwedî li grevên birçîbûnê derkevin. Ev dîmenê tarî û şertên giran ên faşîzmê ancax bi têkoşîna me ya rêxistinbûyî bê perçekirin."    Rêveber û Parlamenterên HDP'ê yên ku ji 15 bajarên herêmê ber bi Amedê ve li dijî tecrîdê bi dirûşmeya "Ji bo Şikandina Tecrîdê Di Roja 100'emîn de ber bi Leylayê ve" dest pê kirin û rastî gelek astengiyan hatin, serê sibê xwe gîhandin Amedê.  Parlamenterên ku bi dirûşmeya "Ji bo Şikadina Tecrîdê Di Roja 100'emîn de ber bi Leylayê ve" ji Colemerg, Wan, Qers, Îdir, Bêdlis, Agirî Mûş Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dersîm, Çewlîk, Dîlok, Rihayê berê xwe dan Amedê tevî hemû dorpêç û astengiya polîsan, xwe gîhandin Amedê. Rêveber û parlamenterên HDP'ê li pêş mala Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li taxa Bagcilar a Navçeya Rezan a Amedê 100 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye kom bûn, di bin dorpêça polîsan de daxuyani dan. Parlementerên HDP'ê 500 metre li dûrî mala Guven kom bûn û di bin dorpêça polîsan de daxuşanî dan. Ji ber polîsan bi maşîneyên zirxî, barîkatan mala Guven dorpêç kiriye wekil nikarin xwe bigînin mala Guven. Li vir di bin dorpêçê de bi tirki Berdevka Meclisa Jinan û Parlamentera HDP'ê ya Agirî Dîlan Dîrayet Taşdemîr û bi kurdî Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê Agirî Berdan Ozturk daxuyanî da.    Dîlanê di daxuyaniyê ​de wiha got:   Heta ku tecrîd nê şikandin dê li vî welatî nefesek rehet neyê sitendin. Yên dê bi ser bikevin ne yên welêt dixe nav aloziyê ye. Yên dê bi ser bikevin ên rêya aştiyê nîşan didine .    Daxuyanî bi dirûşmên  “Bijî berxwedana zindanan”, “Biji berxwedana Leylayê”, “Leyla Guven rûmeta me ye” bi dawî bû.