Pervîn Bûldan: Pêwîst e polîtîkaya tecrîdê tavilê bi dawî bibe 2019-02-15 15:34:02   STENBOL - Hevserokên KCD, HDK, HDP û DBP'ê bi minasebeta 100'emîn roja çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û salvegera 15'ê Sibatê Roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiye banga berxwedanê kirin û xwestin tecrîd bi dawî bibe. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku berxwedana Guven ji bo demokratîkbûna Tirkiye gavek girîng e û xwest demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe.   Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 100 rojin di greva birçîbûnê de ye. Bi minasebeta 100'emîn roja çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û salvegera 15'ê Sibatê Roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nûherê KCD'ê, Hevserokên HDK, DBP  HDP'ê li otelek li Taksîmê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de Hevserokên Giştî yên HDP'ê  Pervin Buldan û Sezaî Temellî, Hevberdevkên HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit û Sedat Şenoglu, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan û Endamê Diwana Hevserokatiya KCD'ê Selim Sadak  amade bûn.    Ewil Endamê Dîwana KCD'ê Selim Sadak axivî û wiha got: "Di sala 1999'an de Ocalan diyar kir ku dê ji bo aştiya gelê Kurd û Tirk têbikoşe. Lê ji wê rojê heta niha Tirkiye tu gavên çareseriyê neavêtiye. Em dixwazin bi rêya demokratîk û aştiyane vê pirsgrêkê çareser bikin. Lê dewlet çareseriya demokratîk qebûl nake. Hevseroka me 100 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye. Dewlet vîna demokratîk a gelê kurd nas nake. Ger ku wisa bidode dê dewlet têk biçe. Ger ku tecrîd bi dawî bibe dê li tirkiye jiyana bi hevre pêkan be. Em bang li rayedaran dikin û dixwazin demek berî demekê ev tecrîd bi dawî bibe. Hemû siyasetmedarên kurd berdin. Em dixwazin pêvajoya  2013'an ji nûve dest pê bike."    Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan jî bal  kişand ser 15'ê sibatê û tecrîdê û wiha got: “15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd roja reş e. Me 20 salin komplo li pişt xwe hişt. Tu îzahata vê komployê tune ye. Radestkirina Brêz Ocalan û girtina wî lîstik û komploya ku li ser gelê Kurd û Rojhilata Navîn hatiye lîstin. Mixabin ji 15'ê Sibata 1999’an heta niha vê kompoyê ruyê xwe yê qirêj winda nekir û didome. Em careke din kesên di nava vê komploya 15'ê Sibatê de cih girtine şermezar dikin. Ev komplo êrîşa li dijî jiyana hevpar a gelê Kurd û Tirk e. Divê bê zanîn ku ji rêzê Nêzî Birêz Ocalan nebin. Komploya li ser birêz Ocalan piştî 2015’an bi tecrîda giran berdewam dike. Ev tecrîd li ser hemû gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn tê meşandin. Dema Mehmet Ocalan di 11'ê Îlona 2016’an de çû Îmraliyê û hevdîtin kir, diyar kir ku Ocalan ji ber kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane raneza ye.    Di sala 2013'an de hevdîtin pêk hatin. Dizanin ku Birêz Ocalan çawa hêza çareseriyê ye. Em û gelê rojhilata Navîn baş dizanin ku Birêz Ocalan rola wî ya çarseriyê çiqas mezin e. Dewlet jî bi qasî me dizane. Di sala 2015’an de pişti pêvajoya çareseriyê hat xelaskirin dîsa li Tirkiye şer û kuştin pêş ket. Pêvajoya darbeyê pêk hat. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe Tirkiye pêş nakeve. Ji ber tecrid heye û pirsgirêka Kurd çareser nabe hemû gelê Tirkiye winda dike. Tecrîdkirina Ocalan bi gelê Tirkiye dide windakirin. Brêz Ocalan di qada siyasî de aktorekî pir mezin e. Li cîhê ku Brêz Ocalan vî rolê xwe rast û baş bilîze, niha di bin tcrîdê de tê girtin."     Mehmet, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û wiha bi dawî kir: "Çalakiya Birêz Leyla Guven a li dijî tecrîdê di roja 100’emîn de berdewam dike. Bêyî dereng bibe em deng tev li dengê wê bikin. Çalakiya Sebahat Tuncel û Selma Irmak di roja 33’emîn de berdewam dike. Dîsa zêdeyî 300 girtî bi heman armancê li girtîgehan di çalakiyê de ne. Tenê daxwazek wan heye. Dixwazin tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Li vi welatî hemû kesên aştî, azadî û demokrasiyê dixwazin divê her yek tiştekî blike û dengê xwe bilind bikin. Deng bidin dengê çalakgeran. Divê ji bo rakirina tecrîdê di nava hewldanan de be. Mafê Ocalan ê telefona malbatê jî hatiye qutkirin û têkiya wî û cîhanê bi tevahî ji hev hatiye qutkirin. Dewlet bi polîtikayên li dijî Birêz Ocalan hiqûq û zagonên xwe binpê dike. Em bang li dewlet û hikûmetê dikin ku dewlet zagonên xwe pêk bîne. Em disa bang li hemû derdorê dikin ku bêyî dereng bimîne her kes deng tev li dengê Leyla bikin û dewlet gavan bavêje."    Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu jî axivî û wiha got: "20 sal berê Birêz Ocalan radestî Tirkiye hat kirin. Birêz Guven 100 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Leyla dixwaze ev tecrîd bi dawî bibe. Çalakiya Birêz Leyya ji bo çareseriya Tirkiye berxwedanek bi rûmet e. Berxwedanek jiyana bi rûmet e. Ger ku îro Birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîdê de be û mafê wî yê rewa û mirovî ji destê wî tê girtin, ji ber ku têkoşîna Ocalan nayê hesabê hin kesan. Di salên 2013-20157an de dema firsenda birêz Ocalan bang li civakê bike çêbû, encamên pir mezin stendin. Kesên xwestin Birêz Ocalan ji civakê qut bikin polîtikayên wan têk çûn. Di wê pêvajoyê de heviyên civakê pir zêde bûn. Birêz Ocalan mimarê wê pêvajoyê bû. Divê îro ev tecrîd bê şikandin. Armanca çalakiya Leyla Guven şikandina tecrîdê ye. Divê em hemû li dora vê têkoşînê bibin xelek. Divê em tecridê rakin."    Herî dawî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî axivî û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî ku 20 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ye, nêrînên xwe yên li ser demokratîkbûna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi pirtûk, parêzname, hevdîtinên bi parêzer û heyetên siyasî re bi raya giştî re parve kir. Brêz Ocalan li ser aştî, azadî û paşeroja Tirkiyeyê xwedî nêrîn, perspektîf û analîzên gelekî girîng in û diyar kir, ji pirtûk û daxuyaniyên Ocalan ev yek tê dîtin. "    Pervîn, bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya hevdîtinên li Îmraliyê û wiha axivî: "5'ê Nîsana 2015'an bi şidandina tecrîdê re pêvajo ji holê hate rakirin. Pêvajoya navbera salên 2011-2015'an ji bo her kesî, ji bo civak û gelên Tirkiyeyê gelekî girîng bûn, lê ji dest hate berdan. Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de ji wan re got, 'Eger pêvajoya danûstandinan li ber şahidiya heyetên çavdêr neyê kirin, pêvajo wê ji holê rabe û hûn ê careke din nikaribin bên vê derê'. Me hemû ev yek dît. Ji hingî ve destûr ji bo avakirina heyetên çavdêr nehate dayin û ji bo bidawîkirina pêvajoyê tecrîdeke mutleq li ser Birêz Ocalan hate ferzkirin, pêşî li çûn û hatina wê derê hate girtin."   Pervîn anî ziman, Ocalan bi nêrînên xwe pêvajoya komployê ya 20 salan pûç kir û got: "Gelê Kurd pêşî li vê pêvajoya komployê girt. Ji daxuyaniyên hatin kirin tê fêhmkirin ku Birêz Ocalan bi nêrînên xwe yên li ser aştî, demokrasî û azadiyê ji bo paşeroja vî welatî girîng e. Ev mesele civak û gelên Tirkiyeyê ji nêz ve eleqedar dike. Eger îro xwedî lê neyê derketin û tecrîd neyê rakirin, paşeroj wê ji bo me û zarokên me nebaş be. Eger em îro nikarin behsa piştevanî û hevgirtineke li dijî tecrîdê bikin, wê çaxê zehmet e mirov qala paşerojeke ronî bikin."    Pervîn bi bîr xist ku parlamentera wan Leyla Guven 100 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha bi dawî kir: "Bû 100 roj ku Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye. Li gelek girtîgehên Tirkiyeyê û Ewropayê jî zêdeyî 300 kes di greva birçîbûnê de ne. Daxwazên çalakgeran daxwazên nemeşrû ne. Divê ev daxwazên wan pêk bên. Pêkhatina hevdîtinên bi rêk û pêk ên bi Ocalan re li gorî qanûnan divê bê kirin. Tiştekî ji vê wêdetir naxwazin. Leyal Guven jî, mirovên din jî yên ketine greva birçîbûnê di vê daxwazê de israr dikin. Dixwazin parêzer û malbat karibin hevdîtinê bikin. Ji bo paşeroja Tirkiyeyê, ji bo pêvajoyeke demokratîk ev gelekî girîng e. Pêwîste polîtîkaya tecrîdê tavilê bi dawî bibe û edalet û hiqûq bi cih were anîn." Parve bike: