Eniya Çep a Brezîlya bang li gelên cîhanê kir: Grevên birçîbûnê bixin rojên hikûmetên xwe 2019-02-15 15:25:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Eniya Çep a Brezîlya, bi armanca piştgirî dayînê di roja 100’emîn a çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de, bang li hemû gelên cîhanê kir û got: “Hûn dikarin grevên birçîbûnê bixin rojên hikûmetên xwe  û ji parlementerên xwe re binivîsin.”   Eniya Çep a Brezîlya (Brezilian Left Front), bi armanca piştgirî dayînê di roja 100’emîn a çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû dest pêkirin û berdewam dike, bang li hemû gelên cîhanê kir  û wiha got: “Hûn dikarin grevên birçîbûnê bixin rojên hikûmetên xwe  û ji parlementerên xwe re binivîsin.”   Di daxuyaniya hat dayîn wiha hat gotin: “Çalakiya greva birçîbû ya Leyla Guven a li dijî tecrîdê berdewam dike, di roja 100’emîn deye. Nêzî 300 girtiyan jî di çalakiya greva birçîbûnê dene. Rêberê PKK’ê Ocalan, Guven û gelê Kurd, ji bo mafê xwê yê jiyanê û karibin xwe bi xwe bi rêvê bidin têdikoşin. Greva birçîbûnê, ew çalakiya berxwedanê ye ku mirov herî dawî serî lê bide. Erdogan, mûxaleteta siyasî kiriye hucreya yek kesî û difikire ku dê li dijî rêveberiya wî tu berxwedan derneve holê û dê cîhan wan ji bîr bike. Tu niyeta hikûmeta Tirk nîne ku bi çalakgerên di greva birçîbûnê dene re hevdîtin bike. Guven dibêje ‘Ger bê xwestin ezê bimirim.’ Guven li hemberî fikarên keça Sabîha Temîzkan jî dibêje ‘Zarokên din êşê dikişînin hene û dayîkên din ên digirin jî hene.   Ev têkoşîna gelekê ye. Ji bo ku ev êş bi dawî bibe û ji bo piştgiriya gelê kurd, divê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Awropayê (CPT) zextan li Tirkiyeyê bike ku dawî li tecrîda li ser Abdullah Ocalan bîne. Hûn dikarin grevên birçîbûnê bixin rojên hikûmetên xwe  û ji parlementerên xwe re binivîsin.”     Di dawiya daxuyaniyê de ev link hat parvekirin:   “https://www.change.org/p/leyla-guven-petition-for-leyla-guven”