Rojnameger Melike Ceyhan serbest hat berdan 2019-02-15 15:00:28   STENBOL - Rojnameger Melike Ceyhan piştî îfadeya xwe li dozgeriyê serbest hat berdan.   Di 13'ê Sibatê de polîsan bi ser gelek malan de girtibûn. 18 Rêveberên HDP'ê hatibûn binçavkirin. Di nav kesên hatibûn binçavkirin Rojnameger Melike Ceyhan jî hebû. Hakim Ceyhan, Beşir Balos û Muslum ê ku paşnavê wî nehat hînbûn bi daxwaza girtinê û Haşim Dayan, Vedat Sonkur, Sinan ê ku paşnavê wî nehat hînbûn, bi şerdê kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Rojnameger Melike Ceyhan piştî îfadeya xwe li dozgeriyê serbest hat berdan.