Koguşên 6 jinên girtî hatin guhertin 2019-02-15 14:55:27   BAYBURT – 6 jinên girtî yên ku li Girtîgeha Bayburtê girtî ne û ev 60 roj in di greva birçîbûnê de ne koguşên wan hatin guhertin.    Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 100'emîn. Piştgiriya ji bo greva birçîbûnê zêde dibe. 6 jinên li Girtîgeha Bayburtê ya ku bi binpêkirina mafan her tê rojevê ev 60 roj in di greva birçîbûnê de ne. 6 jinên girtî yên ku li Girtîgeha Bayburtê girtî ne û ev 60 roj in di greva birçîbûnê de ne koguşên wan hatin guhertin.    Girtiyên ku koguşên wan hatin guhertin navên wan wiha ne:Delila Roj Etmen, Sevgi Akgunduz, Zeynep Topçu, Fatma Yıldırım, Tuba Can ve Serfiraz Demirer.