Li Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin 2019-02-15 13:37:17   ŞIRNEX - Hat hînbûn ku di encama serdegirtina malan a serê sibehê de li Şirnex û navçeyên wê herî kêm 24 kes hatine binçavkirin.    Li Şirnexê û navçeyên wê vê serê sibehê polîsan bi awayekî hevdem bi ser gelek malan de girtin. Polîsan derî şikandin mal bela wela kirin û herî kêm 24 kes kirin bin çavan.    Jina xwediyê pitika 6 mehî hat binçavkirin   Yên ku jê hatin binçavkirin navên wan wiha ne:"Feyaz Deniz, Fatma Durmuş a xwediyê pitika 6 mehî, Şoreş Akmak, Mehmet Emin Tunç (60), Sabriye Yagan,  Ali Urek, BedranVeli Babat, Halit Çevik, Suleyman Adiyaman, Kemal Adıyaman, Umut Aykut, Ridvan Dursun û Ferhat Cin."   Hat hînbûn ku yên hatine binçavkirin birine muduriyeta emniyeta navçeyê û wekî hincet parvekirinên wan ên li ser medyaya civakî hatiye nîşandan.