Li Wargeha Mexmûrê Komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin 2019-02-15 11:53:33   MEXMÛR - Komploya 15’ê Sibata 1999’an a ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat pêkanîn, li Wargeha Penaberan a Ş.Rûstem Cûdî(Mexmur) bi meşeke girseyî hat şermezarkirin.    Komploya 15’ê Sibata 1999’an a ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat pêkanîn, li Wargeha Penaberan a Ş.Rûstem Cûdî(Mexmur) bi meşeke girseyî hat şermezarkirin. Meş li gel Saziya Malbatên Şehîdana dest pê kir û li  Navenda Çand û Hûnera Wargehê bi dawî bû. Hemû xwedawanên Wargehê,sazî û welatiyên Wargehê beşdarî meşê bûn.   Ji bo wate û gîringiya rojê jî Seît Semsûr axivî û balkişand li ser berxwedan û têkoşîna gelê Kurd a li hemberî komploya 15’ê Sibat ê û got: “ Îro gelê Kurd ji bo azadiya Rêber Apo li hemû deverên Kurdistanê û derveyî welat di grevên birçibuyinê de ne. Em di wê hevîyê de ne ku wê berxwedan tecrîtê bişkine. Leyla Guven û hevalên ku di girtîgehê de pêşengê me ne, em jî weke gelê Wargehê li pey pêşengê xwe ne.  Di meşê de alên KCK,PKK û YJASTAR,HPG hatin rakirin. Dirûşmeyên “Kes Nikara Roja me Tarî bike”,“Slav slav ji Îmraliyê re hezar slav” ,“Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin  berzkirin.