Li Enqereyê di serdegirtina malan de 10 kes hatin binçavkirin 2019-02-15 10:46:34   ENQERE - Li Enqereyê, di serdegirtinên malan ên serê sibê de 10 kes hatin binçavkirin.    Li Enqereyê, di serdegirtinên malan ên serê sibê de, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê jî dinav de 10 kes hatin binçavkirin. Hinceta operasyonê nehat zanîn û kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta TEM’ê ya Enqereyê.    Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Husamettîn Ozden, Mûstafa Sontekîn, Tanjû Kûrûoz, Bulent Kaya, Serokê ESP’ê yê Bajêr Mehmet Alî Tosûn, rêveberê HDP’ê yê Altindag ê berê Salîm Tûran, Hûseyîn Taka, Nûriye Taka, Tekîn Çîftçî û Şahîn Bardakçi.   Li bendêye hejmara binçavkirinan zêdetir bibe.