Li hember hemû tecrîdan em ê serî hildin 2019-02-14 17:26:45   KOBANÊ - Jinên ciwan ên beşdarî meşa dirêj  a li dijî komploya 15'ê Sibatê bûne di dewiya çalakiyê de wiha gotin " Li hember hemû tecrîdan em ê serî hildin."   Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li Kobanê bi dirûşma "Tecrîdê bişkîne, faşîzmê hilweşîne, Rêbertî azad bike" li dijî 15'ê Sibatê meşa ku 3 Rojan ji navçeya Çelebiyê ber bi gundê El-Pelorê ve hat destpêkirin bi dawî bû. Piştî meşa dirêj jinên ciwan ên berşdarî meşê bûn diyar kirin ku ew ê li ser piyan bin û li dijî dagîrkeriyê heta ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan azad bibibe têkoşînê bidin.   `Heta Rêber Apo azad nebe em ranawastin`   Eyhan Ibrahîm a ji bajarê Hesekê wiha got "Armanca me ji vê meşê ku em wek ciwan sekina xwe li hermerî dagîrkeriyê bidin diyarkirin. Em niha berê xwe didin gundê ku seroketî lê jiyaye. Lê bi çalakiyên xwe em ê roj bi roj berê xwe bidin zîndana Îmraliyê da ku em Serokê xwe azad bikin."   `Dê roja 15`ê Sibatê bibe roja şikênadina dagîrkeriyê`   Cewahir Faris a ji Kantona Girê Sipî jî wiha got "Hatina me an go beşdarbûna me ji vê meşê ew e ku em ciwanên Bakur û Rojhelatê Sûriyê dest bidin hev û li dijî dagîrkeriyê, li dijî komploya 15`ê Sibatê bisekinin û azadiya Rêberê Xwe Abdullah Ocelan bixwazin."    `Em ê bi Ciwantiya xwe li dijî tecrîdê serî hildin`   Her wiha Zozan Muhemed  jî anî ziman ku ew wek hemû jinên ciwan çawa li dijî dagîrkeriyê her li ser piyan bûn  ew ê jî bi wan re be û got: " Em ê bi ciwantiya xwe tecrîdê bişkînin û Rêber Apo azad bikin. Li hember van tecrîdên giran em ê serî hildin."