Li Qamişloyê bawernameyên şagirtan hatin belavkirin 2019-02-14 16:33:55   QAMIŞLO -  Îro bawernameyên bi hezaran şagirtên dibistanên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên li bajarê Qamişloyê, hat belavkirin.   Îro bawernameyên bi hezaran şagirtên dibistanên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên li bajarê Qamişloyê, hat belavkirin.Di vê derbarê de Mamosteya refa Rehma Mehmûd li dibstana Ferhan Elî axivî.    Rehmayê diyar kir ku ew ev du sal mamosteye û got:" Ez ji xebatê xwe pir hez dikim, zarokên refa yekem hinek zehmet in, ji ber hîn fêrî dibistanê nebûne, lê bi terzê xweş girêdanek wan bi xwedndin û ziman re çê dikin. Bi rêbazê xweş moralê zarokan bilind dikin."   Her wiha Rehmayê wiha got:"Alîkarî di navbera malbat û mamosteyan pir heye, ji bo şagirtan, gavên serkeftî em dijîn, bi zimanê dayîkên dixwînin û dinvîsin. Her netewek bi zimanê xwe bi kêfxweşî dixwîne.  Îro şagirt bi moralekî mezin bawernameyên xwe digirin, û piraniya wan serkeftî ne."   Li aliyekê din jî şagirta bi navê Sîla Hikmet û Ronal Rodî kêfxweşiya xwe anîn ziman ku di vê rojê de bawernameyên xwe girtine û pir sekeftî ne.