Derbarê komploya 15'ê Sibatê de li Hesekê semîner hat lidarxistin 2019-02-14 16:02:49   HESEKÊ - Bi nêzîkbûna salvegera 20’emîn a komploya navnetewî ku di encamê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dîlgirtin, Kongreya Star semînerek li dar xist.    Bi nêzîkbûna salvegera 20’emîn a komploya navnetewî ku di encamê de Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan dîlgirtin ,Kongreya Star semîner girêdayî komployê û tecrîda ser Abdullah Ocalan li dar xistin. Semîner li komîngeha Şehîd Mîdiya ya Taxa Xerbê a bajarê Hesekê bi tevlîbûna bi dehan jinên komînê hat lidarxistin .   Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û ji aliyê Endma Komîteya Perwerdê a Kongreya Star Reca Ehmed Meao hate dayîn. Reca got" Bi komployek Navnetewî ji aliyê dewleta Tirk û dewletên din ve, Rêber Ocelan dîl girtin. Ji sala 2011’an ve , dewleta Tirk nahêle ku parêzerên Ocalan wî bibînin. Armanca dewletan ya ku dixwestin di riya komployê gel ji fikirê Rêber Apo qut bikin pêk nehat, tevî tecrîda giran fikir û felsefeya Rêber Apo li tevahî cihanê belav bûye. Ji bo azadiya rêber Apo dibê ku têkoşîn were bilind kirin.”   Paşî sinevizyon li ser Jiyana Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hate temaşekirin .   Semîner bi dirûşma' Emê pergala îmralî hilweşînin û bi rêber Apo azad bijîn' bi dawî bû.