TJA: Berxwedana ku jin jê re pêşengtiyê dikin wê tecrîdê bişkîne 2019-02-14 15:00:12   AMED - TJA'yê bi wesîleya salvegera 20'emîn a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku berxwedana jin jê re pêşengtiyê dikin wê tecrîdê bişkîne.    Tevgera Jinên Azad (TJA)  TJA'yê bi wesîleya salvegera 20'emîn a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: "Hewl tê dayin bi tecrîdê re komploya 15'ê Sibatê bê nûkirin.   Lê Berxwedan, destpêka berxwedana bi şikandina tecrîdê re têkbirina hêzên faşîst hemûyan e."   'Pêşenga têkoşînê Leyla Guven e'   Di berdewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku di demekê de ku Şerê Cîhanê yê 3'emîn li cîhanê bi taybetî li Rojhilata Navîn belav bûye, felsefeya azadiyê û armancên jiyana hevpar ên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn berbiçav û bi cih bûne. Di berdewamiya daxuyaniya TJA'yê de wiha hat gotin: " Berxwedan, biryardarî û cesareta têkoşîna azadiya jinê gihaştiye asta azadiya jinan hemûyan û bi pêşengiya jinên Kurd rê li ber pêngaveke nû vekiriye û Leyla Guven pêşengiyê ji vê têkoşînê re dike."   'Ev berxwedan wê bibe destpêk'   TJA'yê bal kişand ser grevên birçîbûnê jî û ev tişt got "Ev berxwedan wê bibe destpêka pêvajoya demokratîkbûnê ya ku bi şikandina tecrîda li Îmraliyê re hêzên faşîst hemûyan têk bibe û di berdewamiyê de ev tişt hat gotin: "Jin di pêşengiya  TJA'yê de wê zalimên ku ji bilî komkujî û zilmê tiştek nedan  gelan ti carî efû nekin. Lewma şikandina tecrîda li er Birêz Abdullah Ocalan wê astengiyên li pêşiya jiyana azad a bi hev re û aştiyê ya Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn yek bi yek ji holê rake. Di serî de jin em bang li her kesên aştîxwaz dikin ku ji bo dawî li tecrîdê bê anîn piştgiriyê bidin Leyla Guven."