Parlamenterên HDP'ê li astengiya polîsan nas nekirin 2019-02-14 14:14:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterên HDP'ê yên Dîlok û Rihayê li astengiya polîsên astengiya polîsan nas nekirin û ji bo Leyla Guven dimeşin ber bi Amedê ve.   Parlamenterên HDP'ê Mahmût Togrûl, Omer Ocalan, Nûsrettîn Maçîn û Ayşe Surucu, ji bo destekê bidin Leyla Guven a 99 roj in li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye, ji Dîlokê ber bi Amedê ve bi rê ketin. Meşa parlamenteran li Curnê Reş dewam kir.   Wekîlan doh bi şev li Rihayê bêhn vedan û danê sibehê berê xwe dan Curnê Reş. Dema ku parlamenter ji Rihayê derketin û gava gihîştin Curnê Reş ji aliyê polîsan ve bi hinceta kontrola GBT'ê hatin rawestandin. Wekîlan li gel astengiya polîsan jî xwe gihandin Curnê Reş û li avahiya HDP'ê ya navçeyê bi gel re civîn pêk anîn.   Tevî astengiya polîsan jî parlamenterên HDP'ê li sûkê dest bi meşê kirin. Piştre li wesayitan siwar bûn û berê xwe dan Sêwregê.    Parlamenter wê li Sêwregê jî bi gel re civînê bikin û piştî meşa li sûkê wê berê xwe bidin Amedê.   Çewlig   Li Çewlikê jî meşa bi dirûşma "Di roja 100'emîn de em ê bi Leylayê re tecrîdê bişkînin"  hat destpêkirin. Parlamenterê HDP'ê  yê Çewlikê Erdan Aydemîr û partîzan ji bo ku bên Amedê dest bi meşê kirin. Li gel hemû astengiyên polîsan parlamenteran diyar kir ku ewê meşa xw berdewam bikin.    Li bendê ye ku parlamenter û partîzan bên Amedê.