Tevî astengiyan meşa Parlmenterên HDP'ê didome 2019-02-14 11:49:59   BEDLÎS - Parlamenterên HDP'ê bi dirûşma "Di roja 100'an de em ê tecrîdê bişkînin" li Colemêrg, Agirî, Wan û Tetwanê dest bi meşê kirin.Tevî astengiya polîsan meşa Parlmenterên HDP'ê didome   Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya Leyla Guven ket roja 99'an. Parlamenterên HDP'ê bi dirûşma "Di roja 100'an de em ê tecrîdê bişkînin" li Colemêrg, Agirî, Wan û Tetwanê dest bi meşê kirin.Tevî astengiya polîsan meşa Parlmenterên HDP'ê didome.   Du welatî birîndar bûn   Berî rojekê Parlamenterên HDP'ê Saliha Aydeniz û Sait Dede tevî hemû astengiyan gihaştin Wanê. Li vir Saliha û parlamenterên din ên bi navê Muazzez Orhan, Murat Sarisaç û gelek kes hatin gel hevdu û xwestin bimeşin. Lê polîsan bi avê û gaza îsotê êrîş kirin û du kes û parlamneter birîndar bûn.    Li Agiriyê jî Dilan Dirayet Taşdemir û Abdullah Koç dest bi meşê kirin.    Gelek kes hatin binçavkirin   Do bi şev li Tetwana Bedlîsê parlamenterên HDP'ê hatin gel hevdu û gel ew bi eleqeyek mezin pêşwazî kir. Meşa parlamenteran a ber bi Amedê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Li navçeyê gelek kes hatin binçavkirin. Çalakiya parlamenteran bi berzkirina dirûşmên "Biji berxwedana Leylayê” û bi dorpêçkirina polîsan didome.