Li Edeneyê û Amedê gelek kes hatin binçavkirin 2019-02-14 11:48:52   EDENE /AMED - Polîsan li Edeneyê û Amedê bi ser gelek malan de girtin.  Polîsan di serdegirtina malan de gelek kes binçav kirin.    Polîsan serê sibê li Edeneyê bi ser 38 navnîşanan de girt. Di çarçoveya lêpirsina Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de polîsan bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de herî kêm 16 kes binçav kirin. Hat diyar kirin ku polîsan bi hesinan derî şikandin û li malan lêgerîn kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. Hat îdîakirin ku kesên hatin binçavkirin "Amadekariya çalakiyên 15'ê Sibatê kirine."    Li Amedê jî gelek kes hatin binçavkirin   Li navenda Amedê jî vê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de gelek welatî hatin binçavkirin. Tê gotin ku operasyon bi hêceta parvekirinên medya civakî pêk hatiye. Kesên binçavkirî li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin.