Li Wargeha Penaberan koma 21’an çalakî dewir girt 2019-02-14 11:22:22   MEXMÛR - Li Wargeha Ş.Rûstem Cûdî(Mexmur) ji bo tecrîta girankirî a li ser Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan  bê şikandin grevên birçîbuyinê ên bê dorveger didomin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ev  99 roj in di  çalakiya greva birçibuyinê de ye. Li Wargeha Penaberan jî ji bo piştgirî dayina Leyla Guven û hemû girtiyên sîyasî , greva birçîbuyine ji aliye koma 21’an ve bi merasîmekî hat dewir girtin.   Li Wargeha Ş.Rûstem Cûdî(Mexmur) ji bo tecrîta girankirî a li ser Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan  bê şikandin grevên birçîbûnê ên bi dorveger didomin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ev  99 roj in di  çalakiya greva birçîbuyinê de ye. Li Wargeha Penaberan jî ji bo piştgirî dayina Leyla Guven û hemû girtiyên sîyasî , greva birçîbuyine ji aliye koma 21’an ve bi merasimekê hat dewir girtin. Merasîm ji bo tevahiya Şehîdên Kurdistanê bi deqeyek rêz girtin destpêkir.   Li gel komên bêdorveger Fadîle Tok jî ev 26 rojin di greva birçîbuyinê a bêdem û bê dorveger de ye. Tendûrîstiya Fadilê Tok ji aliyê bijîşkên wargehê ve tê kontrol kirin. Bijîşkê Fadile Tok diyar kir ku hindek car bilind  buyin û ketina tansiyon rû dide, ev jî hindek bê hal buyin dide çêkirin.   Li ser navê koma 20’an Beriwan Demir Ûnver  wiha got: “Em bi keda Rêbertî û berxwedana gelê xwe hatine van rojan. Hemû şoreş berdel dixwazin, ji ber wê yekî em hemu hevalên ku di çalakiyê de ne slav dikin. Em di salvegera 15 Sibatê de ne, em bawerin ku ev çalakiyên grevên birçîbuyinê wê hemu cûre dagirkeriyan bişkinê.”   Merasima dewir girtine bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “ Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.