Meşa parlementeran a li Mêrdînê hat qedexekirin 2019-02-14 11:01:51   MÊRDÎN - Meşa parlamenteran a bi dirûşma "Di roja 100'emîn de em ê bi Leylayê re tecrîdê bişkînin" li Mêrdînê xwestin bidin destpê kirin ji aliyê polîsan ve hat qedexekirin.    Ji bo piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku di roja 98'emîn de berdewam dike wê di 15'ê sibatê de daxuyanî bê dayîn HDP'ê li 15 navendan bi dirûşma "Di roja 100'emîn de em ê bi Leylayê re tecrîdê bişkînin" meş da destpêkirin. Ji van cihên ku meş lê hat destpêkirin yek jê jî bajarê Mêrdînê ye.    Parlamenterên Mêrdînê Ebru Günay, Pero Dundar, Tuma Çelîk, Parlementerên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz, namzetên hêvşaredariyê yên Mêrdînê,  li gel wan partîzanên HDP û DBP'yî jî hebûn bi dehan kes ji avahiya HDP'ê ya Mêrdînê xwestin heta dervê Mêrdînê bimeşin. Parlamenterên xwestin bimeşin bi êrîşa polîsan re rûbirû man.    Parlamenterên ku bertek nîşanî êrîşê dan wiha gotin: "Em ê tu carî li hember faşîzmê serî daneynin. Hûn bixwazin û naxwazin jî em ê bimeşin. Dê Nisêbîn bersivê bide we."    Polîsên ku qedexeya walîtiyê hincet nîşan dan wiha gotin: "Em nahêlin ku hûn bimeşin."   Di rageşiya di navbera polîs û parlamenteran de destê Pero Dundar birîndar bû.