Jinên Ciwan: Em ê bi rêbertî re azad bijîn 2019-02-14 10:53:29   KOBANÊ - Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li Kobanê bi dirûşma "Tecrîdê bişkîne, faşîzmê hilweşîne, Rêbertî azad bike"li dijî 15'ê Sibatê meş hat lidarxistin.     Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li Kobanê bi dirûşma "Tecrîdê bişkîne, faşîzmê hilweşîne, Rêbertî azad bike"li dijî 15'ê Sibatê meş hat lidarxistin. Çalakvanên ku gihaştin Gundê El-Pelûrê gotin:"Heta Rêberê me azad nebe em nasekinin."   'Em ê li hemberî faşîzmê serî hildin'   Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Rodîn Bozan li ser çalakiya ciwanan wiha dest bi axaftina xwe kir:“Armanca me ji vê çalakiyê ev e; şikandina komplo ya li ser Rêber Apo ye.  her wiha komplo bi destên dewletên dagîrker bi xwasteka ku Rêber Apo têxin nav tecrîdê pêk hat. Bi vê jî em wek ciwan bi çalakiyên xwe em ê tecrîdê bişkînin û Rêber Apo azad bikin. Em li hemberê komployê û tecrîdê em ê her tim li ser piya bin.”    Rodînê, di dewama axaftina xwe de  wiha pêde çû: “Em jinên ciwan di nav meşê û heyecaneke mezin de ne. Bi riheke berxwedêr em berxwedana Leyla Guven silav dikin. Em li dijî van komloyan in û em ê tu caran ranewestin. Heta dilopa xwîna laşê xwe ya dawiyê jî  em di nav liv û tevgerê de bin û em ê li berxwe bidin. Em ê tecrîdê bişkînin, bi Rêber Apo re azad bijîn."   'Em ê tecrîdê bişkînin'   Hêvîn Remezan jî endama ciwana ya Bajarê Tebqayê wiha got: "Em komploya ku dewleta Tirk li ser Rêber Apo pêk anî şermezar dikin.  Em wekê jinên ciwan em ê tecrîdê bişkînin."   Xaliya Elî ya ji Bajarê Reqayê jî wiha gotinên xwe bi lêv kir:"Ev sê roj in ku çalakiyên me didomin,  wê çalakiyên me vala neçin û em  ê bi çalakiyên xwe Rêber Apo azad bikin."   Zeheb Hemûd jî wiha got:“Em ê her tim li ser piyan bin. Weke Leyla Guven heta ku Rêber Abdulah Ocalan azad dibe.”   Li ser navê jinên ciwan ên Dêrezorê Sena Remezan jî armanca çalakiya xwe wiha vegot:” Di destpêkê de êrîşên Dewleta Tirk ên li ser gelê kurd şermezar dikim. Ew nikarin axa me ji destên me derxin. Em jinên ciwan bi çi rengî be jî, em ê Rêber Apo azad bikin û daxwaza me ew e ku em weke ciwanên ereb bi Rêber Apo re bijîn.”