Çalakiya Leyla Guven di roja 99'emîn de ye 2019-02-14 10:28:03   AMED - Leyla Guven a ku çalakiya wê di roja 99'emîn de berdewam dike, rewşa tendirstiya wê jî roj bi roj xirabtir dibe.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 99'emîn de berdewam dike. Leya ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike.   Tendirustiya Leylayê têk diçe   Leyla ya ku ji ber çalakiya ev demek dirêj e berdewam dike pirsgirêkên cidî yên tendirustiyê dijî, êdî nema dikare vexwarinê jî vexwe, pirsgirêkên mîdeyê dijî û li dijî bîhnê û ronahiyê jî hesastir bûye. Herwiha hat ragihandin ku bi leylayê re helîna pasurkan ya ku peyda bibû jî lezgîntir bûye, Leyla nema dikare rûnê û dirêjkirî dimîne.    Leyla ji roja 8'ê Mijdara 2018'an ku dest bi çalakiyê kiriye ji wê rojê û virde piştevaniya bi çalakiya wê re jî berdewam dike û ji gelek deverên cîhanê , ronakbîr, nivîskar, siyasetmedar û akademîsyên jê re peyamên piştevaniyê dişînin.    Di roja 100'emîn de biryara çalakiyan    Di çarçoveya çalakiyên HDP'ê de wê di roja 100'emîn a çalakiya Leyla Guven ku rastî 15'ê Sibatê tê de li 15 bajarn meş bên lidarxistin.  Meşa ku wê li Colemêrg, wan, Qers, Idîr, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Çewlik, Dîlok û li Rihayê ji 7 hêlan ve bê kirin wê bi daxuyaniya li ber mala Leyla Guven a li Baglara Amedê ku saet di 12'an de bê dayîn bên bidawîkirin.  Di meşên ku wê di roja 100'emîn a çalakiya Leyla Guven de bên lidarxisitn wê bi berdilkên ku li ser wan wêneyên Leyla hene û bi berzkirina dirûşmên li dijî tecrîdê bên lidarxistin.     Çalakiya  greva birçîbûnê berdewam dikin   Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemmîn ku bi heman armancê hat destpêkirin di roja 61'an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP'ê yê Hwlêrê Nasir Yagiz di roja 86'an de, ya 14 çalakgerên lI Strasbourgê ya Fransayê di roja 60'an de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 60'yan de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 26'emîn de, ya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel  û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 31'an de berdewam dike.   Li girtîgehan her roj li komên çalakiyê yên heyî yên nû jî zêde dibin. Herî dawî hatibû ragihandin ku 292 kes li girtîgehan di gerevê de ye.