'Dîwana Dadmendiya Civakî roleke girîng di guhertina zihniyeta civakê de lîst' 2019-02-14 09:05:57   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Dîwana Dadmandiya Civakî di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de xwedî rol û misoyeneke pir girîg e.  Dîwana Dadmendiya Civakî gavên girîng di aliyê perwerdekirina civakê de û çareserkirina dozên civakê de dilîzin. Endama Dîwana Dadmendiya Civakî Neda Ehmed rol û misyona dîwanê a di civakê de nirxand û got:"Mejiyê civakê hatibû jehirîkirin çimkî sîstema BAAS'ê wekhevî di navbera civakê de pêk nedianî. Da ku civakê bi rengekî rast perwerde bike û wekheviyan tevan ava bike. Me têkoşîneke bê hempa da û didin jî."   Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêwîstî hat dîtin ku dadgeh were avakirin da ku bikaribe wekhevî û edalatê di nava civakê de bi rengekî rast bide meşandin. Li gorî şert û mercên demê ev dadgeh hat guhertin, şûna wê Dîwana Dadmendiya Civakî hat rûniştandin.Endama Dîwana Dadmendiya Civakî Neda Ehmed rol û misyona dîwanê a di civakê de nirxand û got:"Jinek hemberî civakê bibe xwedî biryar pir zehmet bû.  Lê jinên Kurd zihniyeta civakê ji pêşketina xwe re nekir asteng û xwe rizgar kir û têkoşîna hember zihniyeta baviksalarî dide."   'Di guhertina zihniyeta civakê de têkoşîneke bê hempa tê dayîn'   Endama Dîwana Dadmendiya Civakî Neda Ehmed rol û misyona dîwanê a di civakê de nirxand û got:"Mejiyê civakê hatibû jehirîkirin çimkî sîstema BAAS'ê wekhevî di navbera civakê de pêk nedianî. Da ku civakê bi rengekî rast perwerde bike û wekheviyan tevan ava bike. Me têkoşîneke bê hempa da û didin jî."   'Cara yekemîn jin dibe qadî'   Nedayê rêjeya jinan di dadgehê de weke serkeftinekê dît û wiha got:"Jinek hemberî civakê bibe xwedî biryar pir zehmet bû.  Lê jinên Kurd zihniyeta civakê ji pêşketina xwe re nekir asteng û xwe rizgar kir û têkoşîna hember zihniyeta baviksalarî dide. Niha  jî jin di dîwana Edaletê de bûye parêzer, qadî û bi rengekî xwezayî wekheviya navbera jin û civakê de ava dike. Di nav  7 salan de Dîwana Edaletê, Mala Jinê û Kongra Star roleke girîng di perwerdekirina civakê û jinê de lîstine. Ji ber ku di her 3’ê heyvên dawî de 5 dozên jinan hatine dîwanê. Ev yek asta perwerdekirina jinan tê xuyakirin. Mirov çi bîçîne dê wêya bi hevde."   Nedayê di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinan û civakê kir ku xwe perwerde bikin û  hezkirinê biafirînin.