Rojiya Nînwa ya Ermeniyên li Hesekê bi dawî bû 2019-02-13 17:03:30   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Rojiya Nînwa ya ku Ermeniyan Til Temir ê beriya 3'ê rojan girtibûn, îro bi dawî kirin. Jinên ku rojî girtibûn hêvî kirin ku ev sal bibe sala aştiyê li Sûriyayê û bi hêviya vegera gelê Aşûrî ên ku ji ber kiryarên DAÎŞ'ê koçî derveyî welat bûne.   Îro serê sibê ermeniyên bajarê Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê ku rojiya Nînwayê girtibûn ber bi dêra Meryem El-Ezra ve çû.    Ji aliyê kesê ki qidas birêve dibin, teratîlên olî 'dua' li gorî baweriya gelê file hatin xwendin, paşê kesê ku rojî girtibûn destpêkê piçek nan xwarin.    Li hundir dêrê jinekê nan, piskewît û xwarin ji kesê rojî girtibûn amade dikir da ku derkevin li ser bifitirin.   Edîba Beda Dawûd armanca girtina rojiya Nînwayê bi me re parve kir û wiha dest pê kir:"Di dîrokê de dayîk nedibû ku zaroka xwe şîr bide. Ev rojî ji bo em xwedî wateyek pir cuda ye, di vê rojiyê de mirov çi hêvî bixwaze dê pêk were. Jinên bi rojî xwarinê li malê çê dikin û bi xwe re tînin dêrê jiber berketa wê zêde dibe. Em xwarina Poxin jî çê dikin."   Edîbayê di dawiyê de hêvî kir ku aştî û aramî li tevahî Sûriyê serwer bibe û gelê ku koçî derveyî welat bûn vegerin hemêza welatê xwe Sûriyê."   Şêrîna Mîxayîl jî serpêhatiya vê rojiyê ji me re wiha got:" Di dîrokê de bajarê Nînwa  girêdayî Îraqê , êdî ji ber avê dixeniqî, wê demê şahê Nînwa ji gel xwest ku 3rojan rojiyê bigrin bi hêviya ku xeniqîna nînwayê raweste û rastî jî wisa bû. Êdî ji wê demê heya roja me yî ev rojî tê girtin."   Di dawiyê de jinên ku rojî girtibûn fitirîn.