Li Efrînê 3 jin hatin kuştin û yek winda ye 2019-02-13 15:30:53   ŞEHBA - Li gor agahiyên Kongreya Star bi dest xistiye li Efrînê binpêkirina mafan, zext û guhertina demografiyê didomin.    Li gor agahiyên Kongreya Star bi dest xistiye li Efrînê binpêkirina mafan, zext û guhertina demografiyê didomin. Her wiha ji aliyê Kongreya Star ve hat ragihandin ku herî dawî di 8'ê Sibatê de di encama zext û zordestiyên hatin kirin de 15 kes hedef hatin girtin û niha jina bi navê Sehmîha ya ji Gundê Kefer Hemrayê ya Helebê niha winda ye. Her wiha 3 jin hatin kuştin.    Li gor hinek belgeyên ku hatine bidestxistin zêr û pereyên Lovîn Xelîl ji gundê Cilbirê ya girêdayî kantona Efrînê û Hediye Ehmed Talêb hatine dizîn. Têkildarî mijarê de Kongreya Star daxuyanî da. Daxuyanî bi Erebî ji aliyê Endama Kongra Star Eyşe Mehmûd li gundê Telqireh hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Kiryarên ne baş ên dewleta tirk her ku diçe zêde dibe. Qirkirina etnîkî û guhertina demografiyê dewam dike. Mirov bi darê zorê tên revandin û  îşkencekirin.    Mînaka herî ber bi çav jî beriya bi du rojan 15 kes xwestin ku derbasî bajarên din bibin lê ji ber rê nînin ew girop rastî kuştinê hat ji wan 7 kes windane, ji 7 kesan 1 hatiye belgekirin jin bi navê Sehmîha ji gundê Kefer Hemra ya girêdayî bajarê Helebê heya niha windaye, jinên bi navên” Lovîn Xelîl ji gundê Cilbirê ya girêdayî kantona Efrînê, Hediye Ehmed Talêb li gorî agahiyan zêr û ypereyên wê hatin dizîn û jina bi navê Meha heya niha agahî li ser wê nehatiye girtin”  ev navên ku hatine belgekirin e."   Di daxuyaniyê de herî dawî bang hat kirin ku hemû kes li dijî komploya navneteweyî rabin.    Daxuyanî bi diruşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê", "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.