Çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a li dijî 15'ê Sibatê didome 2019-02-13 13:57:11   KOBANÊ - Çalakiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên  li dijî komploya 15'ê Sibatê ku li Rojava bi dirûşma` Ji bo tecrîd bişkê, hilweşandina faşîzmê û azadiya Rêbertî serî hildin ` dest pê kiribû didomin.    Çalakiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên  li dijî komploya 15'ê Sibatê ku li Rojava bi dirûşma` Ji bo tecrîd bişkê, hilweşandina faşîzmê û azadiya Rêbertî serî hildin ` dest pê kiribû didomin. Çalakiya bi tevlîbûna ciwanên ji tevahî pêkheteyên bakur û rojhelatê Sûriyê her sê herêman Cizîr, Kobanê, Efrîn, û ciwanên Reqa, Tebqa, Dêrezor, Minbicê, du rojan ji navçeya Çelebiyê a Kantona Kobanê dest pê kir di navbera bajarê Kobanê  de dewam dike.  Di çalakiyê de dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" hat berzkirin. Wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên YCR'ê, yên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hilgirtin.    Di berdewamiya meşê de daxuyaniyek devikî ji bo êrîşa hukmeta Almaniya li ser ciwanên li wir hat dayin. Daxuyanî ji aliyê endama meclîsa ciwanên sûriyê bi kurdî û erebî ji aliyê Seher Xelef  û Hozan Ebdu ve hat vegotin.   Daxuyanî wiha bû:   "Em wek tevgera ciwanên sûriyên apocî çalakiyên xwe li dijî ne heqiyê dewam dikin, û bi taybet hûkmeta Almaniya yê em şermezar dikin. Em ê heta dawiyê li dijî desthiladariyê berxwe bidin û em ê li dijî wan berxwedaniyê bi ser bixin û serî hildin."   Çalakî berdewam dike.