Polîsan parlamenterên HDP'ê tehdît kirin 2019-02-13 11:16:44   WAN - Parlamenterên HDP'ê piştî Colemêrgê  gihîştin Wanê. Polîsan pêşiya wekîlan girt û bi van gotinan tehdît kirin: "Hadê bimeşin em we bibînin."    Parlamenterê Colemêrgê Saît Dede û Palamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz bi dirûşma "Di Roja 100'emîn De Ber Bi Leyla Ve, Em Tecrîdê Bişkênin" ji Colemêrgê ber bi Amedê ve derketin rê. Aydenîz û Dede piştî li navçeya Elbakê û bajarokê Xoşavê ya navçeya Payîzava yên Wanê meş li dar xistin, di seatên şevê de gihîştin Wanê. Dede û Aydenîz li ser Kolana Îkî Nîsanê peya bûn û bi Wekîlê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç re hevdîtin kirin. Di vê navberê de wekîl ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsan parlamenteran tehdît kir.    Polîsan bi hêceta dê wekîl "meşê li dar bixin" pêşiya wan birî. Polîs bi cixareya di destê xwe de wiha gef li wekîlan xwar: "Hadî bimeşin em we bibînin." Parlamenter Sarisaç wiha bertek nîşanî polîsan da û got: "Hedê xwe bizanibin. Ji bo em çalakî li dar bixin destûrê ji we naxwazin. Em ê pêşmalkên xwe li xwe bikin û çalakiya xwe li dar bixin. Ji Suleyman Soylu re bêjin em ê zilamtiya wî nîşanî her kesî bidin."    Piştî demek nîqaşê polîs ji cem parlamenteran veqetiyan.