Zuleyha Gulum: Divê jin biaxivin ku tecrîd bêdeng be 2019-02-13 09:23:41   AMED - Zuleyha Gulum a HDP’î, diyar kir ku hemû Tirkiye hatiye dagirkirin, xistine bin tecrîdê û got grevên birçîbûnê jî ji bo siberoj bên xilaskirin tên kirin û wiha got: “Rakirina tecrîdê ferz e. Bi taybet divê jin biaxivin ku tecrîd jî bêdeng be.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dabû destpêkirin di roja 98’an de berdewam dike û piştî vê çalakiya greva birçîbûnê ya 291 girtiyî jî ku li girtîgehên cuda hatibûn destpêkirin jî didome. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum ku tevlî çalakiya nobetê ya li avahiya KCD’ê ya bi armanca piştgiriya grevên birçîbûnê pêk tê bû û diyar kir ku grevên birçîbûnê ji bo rizgarkirina siberojan girîng e.   ‘Daxwaza çalakiyê ne şexsî, civakî ye’   Zuleyhayê çalakiya ‘nobeta aştiyê’ ya Lijneya Giştî ya Meclîsê bi armanca piştgiriya Leyla Guven pêk aniye jî bibîr xist û got wê HDP xwedî li çalakiyên piştgiriyê derkeve.   Zuleyhayê destnîşan kir ku ji bo hawirek aram û aştiyane bê afirandin divê piştgirî ji bo çalakiyan bê dayîn û got daxwaza çalakiyên greva birçîbûnê ne şexsî civakî ye. Zuleyhayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Leyla Guven û hemû hevalên me yên girtîgehan û hevalên li derve di grevê de ne ji bo pêşiya aştiyê vebe ketine grevê. Ji ber heta aştî pêk neyê mixabin pêşiya maf û azadiyan jî venabe. Ji ber vê divê xwedî li daxwazan bê derketin. AKP ji polîtîkayên şer û globalkirina gelan xwe xwedî dike. Ev polîtîka jî di bin pirsgirêka ‘beka’ ya AKP’ê de tê rewakirin. Li dijî van polîtîkayan divê hemû kes ji neçarî bibin yek.”   ‘Civak hatiye dorpêçkirin’   Zuleyhayê her wiha bi lêv kir ku tecrîdê sînorên Îmraliyê derbas kiriye û hemû welat kiriye bin lepê xwe û got li welat êdî ne pêkan e ku mirov muxalefetê bikin.  Zuleyhayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Tu aliyê hiqûqî yê tecrîdê tune ye.  Ev dijhiqûqî ji aliyê dewletan ve bi kêfî tê dîtin. Divê tecrîd demildest bê rakirin. Ji bo tecrîd rabin jî divê jin dengê xwe bilind bikin. Ji ber jin herî zêde rastî şîdetê tên. Ji ber vê divê jin zêdetir biaxivin ku tecrîd bi dawî bibe.”