Li Nisêbînê malbat bi fikar in 2019-02-13 09:19:28   MÊRDÎN - Li Nisêbînê ku piştî qedexeyê şûnde di avabûna wê ya demografîk de guherînên mezin hatin jiyîn, li dibistanan qurs û panelên pêk tên balê dikşîne. Malbatên ji rewşê bi fikar in, diyar kirin ku di bin navê perwerdeyê de xwendekaran dibin panel û qursan, destmalê diyariyê xwendekaran dikin.   Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê piştî qedexeya derketina derve şûnde bi hilweşînên hatin kirin re, di avabûna demografîk a navçeyê de jî guherîn hatin jiyîn. Piştî qeyûm tayînî şaredariyan bû şûnde hat gotin ku li navçeyê hinek komele û weqf hatin vekirin, zarok û xwendekaran jî ji ser van saziyan dişînin qurs û panelan.   Hat îdiakirin ku Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA) piştî qedexeyê şûnde li navçeyê li hemû dibistanan dest bi dayîna qurs û perwerdeya kirine.  Weqf bi taybet hewl dide li lîseyan bi bandor be. Ji bilî Weqfê, di rojên borî de li Navenda Perwerdeyê ya Gel a girêdayê Qeymeqamtiyê panela bi navê ‘Li Tirkiyeyê Dîroka Destmalê’ hat dayîn û hat hînbûn bi dehan xwendekar birine panelê.   Malbat ji rewşê bi fikar in!   Malbatên ji rewşê bi fikar in, destnîşan kirin ku xwendekar ji dibistanê tên girtin, dibin panelan û piştî panelê jî destmal diyariyê wan kirine.   Ji bo jina dixwaze qeydê bike bersiva ‘biçe mala xwe’   Malbatan her wiha daxuyakirin ku van qurs û panelan bi zanebûn  ji bo xwendekaran dikin jiyanê û kesên diçin qursan jî li paşeroja wan dinêrin û wisa qeyda wan çê dikin. Jina bi navê A.T ya ku ji bo qursa xwarinçêkirinê bi dehan carî çû Navenda Perwerdeyê ya Gel, diyar kir ku ji ber paşeroja malbata wê qeyda wê  çê kirine. A.T destnîşan kir ku cara dawî dema çûye ku qeyd bibe, berpirsê Navenda Perwerdeyê gotiye ‘ya herî baş tu biçe mala xwe xwarinê çê bike’ û bi lêv kir ku qurs ji bilî gel ji her kesî re vekiriye.