ROJEVA 13'Ê SIBATA 2019'AN 2019-02-13 09:00:00   *Şemsa Şêxmûs a ji  Gundê Kevirê yê ku xwedî dîrokek kevnar û xwezayek xweş e, diyar kir ku ew ji xwaza û jiyana gundê xwe gelekî hez dike û got:"Gundê me cihê hezkirin û wekheviyê ye. Heta emrê me hebe em ê li ser axa xwe bijîn. Em ê çand û dîroka xwe biparêzin." DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Esma Ehmed a ji Tirbespiyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye û bi wî re hevdîtin pêk aniye wiha got:"Dîtina Rêbertî mîna xewneke bi efsûn bû. Ez tu carî ji bîr nakim."DÎMEN HEYE   *Jinên Qamişloyê derbarê salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de anîn ziman ku ew tu carî dev ji têkoşîna ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bernadin û gotin:"Komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo kiryarek dijmirovî ye. Bi komploya navneteweyî xwestin îradeya kurdan têk bibin. Lê Gelê Kurd dê her dem xwedî îradeyek mezin be."DÎMEN HEYE   *Hevseroka Bajarê Hesekê Civîn Remo derbarê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de diyar kir ku dê desthilatdar negihêjin armanca xwe û wiha got:"Bi rihe berxwedana zindanan em ê bi ser bikevin."DÎMEN HEYE   *HDP'ê namzedên xwe yên navend û navçeyan aşkera kirin. Têkîldarî hilbijartinê namzeda HDP’ê ya ya Qupê ku Terekeme ye Ayşe Aras Kaynar nirxandin kir. Ayşeyê  diyar kir ku Ew ê destûr nedin ku polîtikayên dijminahiyê  encam bigirin û got ku dê 31’ê Adarê gel bi ser kevin.  BI DÎMEN   *Li navçeya Qosera Mêrdînê di sala 2016’an de  kesê bi navê Abdurrahman T.  zaroka bi navê A.T.  bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştibû. Doza ku derbarê bûyerê de berî bi 3 salan hat vekirin hîna bi encam nebûye.    *Jinên ku ji ber komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ev 20 sal in  bi cilên reş şînê dikişînin gotin:"Komploya navneteweyî şermeke cîhanî ye.  Dê tu kes nikaribe têkoşîna me têk bibe. Ji bo welatekî azad û bi rûmet em ê her dem di nava têkoşînê de bin."BI DÎMEN   *Derbarê 14'ê Sıbatê Roja Çîrokan a Cîhanê de Nivîskar Rengîn Kardelen diyar kir ku roja çîrokê ya cîhanê ji aliyê sekin û helwesta hevpar a di navbera gelan de gelek girîng e û wiha got:"Çîrok dengê zana yê civakê ye. Cîhanek xeyalî ye ku bi dengê dayikên dengxweş li ber lembeyên gazê bi peyvên xweş ê dapîrên rûşêrîn hatiye avakirin. Carinan dibe Mîrze Miheme, bajaran ji ejderhayan xelas dike, carinan dibe Siyamed şûr û mertalê xwe girê dide, li hember mêrê heft eşîran şer dike, carinan jî dibe temî û şîreta dayikekê di vegotina Şengê û Pengê de."   *Gulsum Uygun a ji aliyê mêrê ku dest jê berdaye ve rastî tehdîd û tacîzan tê, gelek caran gilî kir û doz vekir. Gulsumê da zanîn ku her ku têkoşîn daye xwe xurt hîs kiriye û wiha got: "Her ku min parve kir, min xwe xurt hîs kir. Bila jin xwe netirsînin. Divê mirov hêza xwe hîs bikin. Li Tirkiyeyê pêkanîna vê zehmet e lê ne bê derfet e."DÎMEN HEYE   *Li Nisêbînê ku piştî qedexeyê şûnde di avabûna wê ya demografîk de guherînên mezin hatin jiyîn, li dibistanan qurs û panelên pêk tên balê dikşîne. Malbatên ji rewşê bi fikar in, diyar kirin ku di bin navê perwerdeyê de xwendekaran dibin panel û qursan, destmalê diyariyê xwendekaran dikin.   * Zekiye Alokmen a ku yek ji rêveberên Komeleya Jinan a Welatparêz a di 1991’ê de hatiye vekirin, têkoşîna ku jinan di wan salan de daye vegot. Zekiyeyê wiha got: “Ji wê rojê heta niha zîhniyeta dijminê jinê neguherî.  Lê jinan jî tu car dest ji berxwedanê bernedan. Kevneşopiyek bi Komeleya Jinan a Welatparêz hatiye destpêkirin, îro  bi Rosayê didome.”DÎMEN HEYE   *Zuleyha Gulum a HDP’î, diyar kir ku hemû Tirkiye hatiye dagirkirin, xistine bin tecrîdê û got grevên birçîbûnê jî ji bo siberoj bên xilaskirin tên kirin û wiha got: “Rakirina tecrîdê ferz e. Bi taybet divê jin biaxivin ku tecrîd jî bêdeng be.”DÎMEN HEYE