Salîha Aydenîz: Dorpêç tirsa li hember berxwedanê ye 2019-02-12 16:08:22   COLEMÊRG - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz bertek nîşanî êrîşên li ser meşa ku piyekî meşa wê li dijî tecrîdê di 100'emîn roja çalakiya Leyla Guvende li 15 bajaran bê lidarxistin e da û got; "Ev dorpêç tirsa li hemberî berxwedanê ye."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo piştevaniya bi çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven re ku li dijî tecrîdê daye destpêkirin û di 15'ê sibatê de dikeve roja 100'emîn, li 15 bajaran plansaziya meşa ku wê ber bi Amedê ve bê lidarxistin kiribû. Partîzanên ku li gorî plansaziya li Colemêrgê hat kirin xwestin dest bi meşê bikin bi êrîşa polîsan re rûbirû man.    Gelek kes hatin binçavkirin    Polîsên ku gotin ew ê destûrê nedin êrîşê rastî bertekên HDP'yiyan hatin. Parlamenterên HDP'ê Salîha Aydenîz û Saît Dede ku di nava koma gotin ew ê meşa xwe bidomînin de cih girtin ji avahiyê derketin û dest bi meşê kirin û koma li gel wan jî bi wan re meşiya. Vê carê jî polîs bi mertalên di destên xwe de li hemberî çalakvanan bûn asteng. Di encama nikqaşa ku bi polîsan re hat kirin de, polîsan Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Sînan Kaya, namzedê hevşaredartiyê yê Geverê Ebubekîr Kanar, Emîne Armut, Hasan Engîn, Emîn Ertuş, Kenan Kaya û gelek kesên din binçav kirin.    'Hat gotin ku ger berdilkan derbixin dikarin bimeşin'    Salîha ya ku derbarê meşê de ji Ajansa me re axivî wiha got: "Di roja 100'emîn a çalakiya Leyla Guven de ku li 15'ê Sibatê rast tê de me xwet ku em ji 15 bajaran ber bi Amedê ve meşekê li dar bixin û me meşa xwe ji Colemêrgê ji bo ku xwe bigihînin Wanê dest pê kir. Lê Walîtiyê destûr neda û got 'parlamenter ger ku berdilkên xwe derxînin dikarin bimeşin'  Me jî got em parlamenter em ê bimeşin. Dema ku me dest bi meşê kir polîsan jî ji ber avahiyê û ji hundirê avahiyê 9 kes binçav kirin û ez û Saît jî ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin."    'Me polîtîkaya tecrîd û şer carek din dît'   Salîha di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: " Em bi astengiya ku me dixwat derbas bikin re rûbirû man. Em di navberê de man. Îktîdara vî welatî qanûna xwe ya bingehîn binpê dike. Me polîtîkaya tecrîd û şer carek din li Colemêrgê dît. "   'Vê berxwedanê îktîdar têk biriye'   Salîha herî dawî wiha got: "Berxwedana Leyla ku li gitîgehê, Strazbourg, Hewlêr û gelek cihên din belav bûye îtîfaka faşît têk biriye û hilweşandiye. Ev dorpêç jî nîşaneya têkçûnê ye."