Polîsan êrîşî meşa li Colemêrgê kir: 9 kes hatin binçavkirin 2019-02-12 13:59:54   COLEMÊRG - Li Colemêrgê polîsan êrîşî meşa li dijî tecrîdê ku bi sedan kes tevli bûn kir û 9 kesên ku di nava wan de rêvebera HDP'Ê Sînem Duran û parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede jî di nav wan de bû binçavkirin.    Polîs li Colemêrgê êrîşî meşa ku  rêvebera HDP'ê Sînem Duran û  parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede jî di nav de bû ku ji aliyê bi sedan kesî ve hat xwestin pêk bê kir. Di encma êrîşa polîsan de di nav wan de Sînem Duran, Saît Dede û Hevseroka Colemêrgê ya HDP'ê Sînan Kaya jî di nav de bû 9 kes hatin binçavkirin.    Hat ragihandin ku avahiya HDP'ê ya li Colemêrgê hatiye dorpêçkirin û aloziya li bajêr berdewam dike.