Li Almanyayê du saziyên kurdan hatin qedexekirin 2019-02-12 13:27:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karê Hundir a Almanyayê Saziyên Çand û Hunerê yên bi navê Weşana Mezopotamyayê û Mir Muzikê qedexe kir.    Wezareta Karê Hundir a Almanyayê Saziyên Çand û Hunerê yên bi navê Weşana Mezopotamyayê û Mir Muzikê qedexe kir.  Ji salekê zêdetir e ku weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr muzîk di hedefa polîsan de ye. Polîsan careke din girtin ser van saziyan. Derbarê serdegirtinê agahiyên zêde nehatin wergirtin û hate ragihandin ku lêgerîna di nav saziyan de didome.   Di 8’ê Adara 2018’an de polîsa girtibûn ser Weşanên Mezopotamyayê û Mîr Mûltîmedîa yên li bajarê Neûssê. Li herdu saziyan, sê rojan lêgerîn hatibû kirin. Polîsan dest danîbûn ser gelek pirtûk, kovar, arşîv û alavên qeydkirinê. Di vê serdegirtinê de bi kamyon û TIR’an pirtûk û albumên muzîkê hatibûn desteserkirin.   Di sala 2018’an de bi hincetên cihê, polîsan gelek caran girtin ser saziyên Kurdan.