Ji ber hezazê boru ji derve man 2019-02-12 10:54:25   ŞIRNEX -Ji ber hezaza li herêma TOKÎ lê tên çêkirin  boriyên serevbê ji derve man.    Piştî qedexeya 14'ê Adara 2016'an a ku 8 mehan li şirnexê berdewam kir û gelek taxên li bajêr hatin hilweşandin, hikûmetê li bajêr înşaeta TOKÎ dabû destpêkirin, li herêma ku ev avahî lê tên çêkirin di rojên borî de hezaz pêk hatibû. Ji ber hezaza ku pêk hat boriyên serevbê yên ku tê gotin qeyûmê şaredariyê bi awayê şirîkantiyê dabûn raxistin û gelek pere ji bo wan meserf kiriye ji derve mane.    Li dijî vê sersariya qeyûm gelek welatiyan bi parvekirinên xwe yên li ser medya civakî bertek nîşan dan.